Pêr êvarê li bajarê Silêmanî bi boneya 13’mîn salvegera qetilkirina rojnamevan Soran Mame Heme merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de xelata Soran Mame Heme dan xizmên rojnamevanên Behdînanê yên girtî. Kovara Livîn ev merasîm organîze kir.

Her sal ji bo bibîranîna rojnamevan Soran Mame Heme yê ku beriya 13 salan li taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê li ber deriyê mala xwe ji aliyê hêzên ne nas ve hatibû qetilkirin, merasîm tê lidarxistin û di merasîmê de xelat tê dayîn.

Xelata îsal dan xizmên rojnamevanên Behdînanê yên girtî. Li ser navê xizmên rojnamevanên Behdînanê, birayê Şivan Seîd, Ayhan Seîd xelat wergirt.

Di merasîmê de hat gotin, ew li benda encama lêpirsîn û lêkolînekê bûn da ku kujer werin cezakirin; lê ne tenê nehatin cezakirin, belku sûcên wiha dewam kirin û hejmareke din rojnamevan bi terorê hatin kuştin û desthilatê destdirêjî mafê man kir.

ROJNEWS/KERKÛK