Xebero para Kurdistanê wê bê erêkirin

În 26 Adar 2021 - 00:17

Berdevkê Cîgirê Serokwezîre Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî, Semîr Hewramî diyar kir ku Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê, ew madeya têkildarî para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê, erê kiriye û her dema pêwîst bike wê şanda Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê.

Semîr Hewramî ji Kurdsatê re peyivî û got, Lijneya Darayî ya Parlamena Iraqê ew made elaqedarî para Herêma Kurdistanê di bûdceya 2021’ê erê kiriye.

Semîr Hewramî got, her dema ku qanûna bûdceyê hate erêkirin, hikûmeta Herêma Kurdistanê wê bi pêkanîna wê ve girêdayî be.

Semîr Hewramî destnîşan kir ku dibe ku roja Şemiyê qanûn bikeve dengdanê û ji berî dengdanê yan jî roja dengdanê ji bo guftûgoyê ew biçin Bexdayê.

Şandeya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubat Talebanî heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêka bûdceyê 18 caran çû Bexdayê. Lê, heta niha herdu aliyan li hev nekiriye û qanûna bûdceyê neketiye dengdanê li parlamenê.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.