Xeberek ji Ocalan hat

În 26 Adar 2021 - 00:14

Mehmet Ocalan, bi rêya telefonê Rêber Abdullah Ocalan re peyivî.

Li ser medya civakî, derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Ocalan de hin îdîa hatibûn belavkirin. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kiribû. 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bi Ocalan re bi telefonê birayê wî Mehmet Ocalan kariye bipeyive. Buroyê got, Mehmet Ocalan çûye Edliya Rihayê û bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re peyiviye.  

Lê ev peywendiya bi telefonê pirr kurt bûye û zûzûka jî hatiye birrîn. Malbata Hamili Yildirim jî kariye kurt pê re bipeyive. Herçî girtiyên din Omer Hayri Konar û veysi Aktaş in, ji bo wan hat gotin, ji bo protestokirina şert û mercên tecrîdê ew hevdîtinê nakin. Ji ber wê jî axaftina bi telefonê bi wan re pêk nehat. 

Buroyê wekî din da zanîn ku di encama hevdîtinê de agahiya wan ji siheta Ocalan çênebûye û daxwaza wan a bi lez çûna Îmraliyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re jî dewam dike. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.