Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Wanê Mehtap Işik anî zimên ew ji tendiristiya Ocalan gumanê dikin, ev 39 meh in wan ti xeberek ji Ocalan nestandiye. Işık her wiha diyar kir ti aliyê hiqûqî yê tecrîda li ser Rêber Ocalan nîne,CPT bi xirabî bi rola xwe radibe û bang li Wezareta Dadê ya Tirk kir ku tecrîda li ser Ocalan rakin.

Ji 35 baroyan 330 parêzer bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan, di meha çileye de ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê ya Tirk dan. Vê carê jî ji bo aqûbeta serlêdanê were pirsîn, 74 parêzer serlêdanek îmze kirin û serî li Baroya Wanê dan. 

Em ji tendiristiya wan gumanbar in

Ji parêzerên serlêdanê kirine Hevseroka Şaxa Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik anî ziman ku ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ev 39 meh in tu agahî ji wan nayê girtin û da zanîn ku ew ji tenduristiya Ocalan û 3 girtiyên din guman dikin. 

Xebera me ji Ocala nîne

Işik diyar kir ku divê raya giştî ya cîhanê têkildarî tecrîda li Îmraliyê hestiyar be û ev tişt gotin: “Bi ya me divê rêxistinên maf û hiqûqê jî di vê mijarê de xebatan bikin. Bi ya me CPT ya piştî bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk aniye û daxuyanî nedaye peywira xwe bi nebaşî bi cih tîne. Ji ber ev 39 meh in em bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nagirin.” 

Qanûn li gorî kesan in

Işik bal kişand ser biryara “mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Abdullah Ocalan de daye û axaftina xwe wiha domand: “Biryareke DMME’yê heye, ev biryar dibêje ew rast nabînin ku jiyana mirovan bi tevahî li girtîgehê derbas bibe. Di vê mijarê de çarçoveye qanûnî jî hatiye diyarkirin. Li Tirkiyeyê mixabin qanûn li gorî kesan têne danîn. Em nizanin bê ka wê encamên vê yeke çi bin.”

Bang li Wezareta Dadê 

Işik destnîşan kir ku tu bingeheke hiqûqî ya domandina tecrîda ser Abdullah Ocalan nîne û wiha pê de çû: “Em bang li Wezareta Dadê û Baroyan dikin, pêkanîna peywira me tê astengkirin. Pêkanîna hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzerên xwe re bike di qanûna parêzertî û înfazê de heye. Lewma em dixwazin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin.” 

MA/WAN