Xebatên Pargînê yên çand û hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:30

XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO

Berpirsên Saziya Pargîn hewl didin çanda herêmê biparêzin. Bi projeya ku havînê destpê kiriye hewl didin behreyên 40 zarokan di aliyê hunerî û çandinî de bi pêş bixin. Di maleke li gundê Besta Sûs ê herêma Koçerat a bajarê Dêrikê, Saziya Çand û Hunerê ya Pargîn hatiye vekirin ku sala 2020an hate damezirandin. Li hewşa malê 40 zarok li ber muzîka koçerî dîlanên kevnar digerînin. Çavdêra perwerdeyê û mamoste Lona Xelîl derbarê projeyên saziyê de got:"Li kêleka fêrkirina dîlan û govendê, zarokên ji gundên dora me fêrî stranbêjiyê, wênekêşiyê, hunera deng dibin. Di çarçoveya projeya havînê de em van perwerdeyan didin." Li gorî Lonayê zarok fêrî 12 govendên herêmê dibin; dar, sêgavî, dugavî, yekgavî, kerê reş, milanê, gulingî, giranî şêxanî, navincî, sêva sor, bablekan û hejîrok. Lonayê wiha domand:"Em ji vê projeyê armanc dikin ku behreyên zarokan bi pêş bixin. Wan fêrî uslûba jiyana xwezayî, çandî û hunerî bikin. Tameşekirina li fîlman beşeke vê bernameya me ye." Lonayê bi bîr xist ku atolye, semînerên têkildarî çanda madî û manewî hefteyê 2 rojan têne lidarxistin.

Lona Xelîl diyar kir ku ne tenê aliyên hunerî yên zarokan bi pêş dixin, her wiha bi rêya vê bernameyê hewl didin lîstikên kevnar ên herêmê vejînin, ji bo ku zarok bilîzin. Heta niha 20 lîstik belge kirine, wekî berdeq, hemşê kal, qîtik, kêlevir û gelek lîstikên din û got:"Ev lîstik rûbirûyî windabûnê ne. Zarok tiştekî derbarê wan de nizanin. Ji ber wê me xwest bi rêya belgefîlman van lîstikan biparêzin. Çawa tên lîstin, wateya wan çi ye, bi zarokan bidin nasandin. Piştî bidawîbûna perwerdeyan, zarok wê berhemên xwe nîşan bidin û bi xwe belgefîlman amade bikin û derhênariya wê bikin. Em ji vê projeyê armanc dikin ku çand û lîstikên zarokan vejînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.