Xebatên kurdî kirin hinceta ceza

În 22 Mijdar 2024 - 02:40

Di hinceta cezayê ku li Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyub Subaşi bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat birîn de xebatên kurdî kirin hinceta ceza.

Li Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê Eyyub Subaşi di rûniştina dozê de ku di 18’ê Cotmehê de pêk hat de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” û "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 24'an a Stenbolê sedema biryara xwe eşkere kir. Di biryara bi hincet de, îfadeyên ku Eyyub Subaşi tê de beşdar bûye, parvekirinên medyaya sanal, tapeyên telefonê û xebatên komeleyê wekî hincet hatine nîşandan.

 Tevlîbûna  Eyyub Subaşi ya ji bo salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî sûc hatiye dîtin. Hat îdiakirin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) "piştgiriya PKK'ê dike". 

 Parvekirinên medyaya dijîtal ên Eyyub Subaşi jî wekî sedem hatin nîşandan. Parvekirina nûçeya bi sernavê "Grevên birçîbûnê bi dawî bûn" a di 12'ê Îlona 2021'ê de sûc hatiye dîtin. 

Hat îdiakirin ku komeleya ku Eyyub Subaşi hevserokê wê bû "di bin kontrola rêxistinê de ye". Serlêdanên Eyyub Subaşi yên ji bo qeydkirina xwendekaran a li komeleyê û lêçûnên qeydkirinê yên kesên ku dixwestin kurdî hîn bibin wekî sûc hatine dîtin.

Parêzerên Eyyub Subaşi dê îtîrazê li biryarê bikin.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.