Xebatên ji bo Kurdî didomînin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Tîrmeh 2024 - 00:17

  • Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdatiyê Remzîye Alparslan diyar kir ew mîrateya ku ji Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê dewr girtine, bi xebatên nû didomînin.

MIHEME PORGEBOL

Komeleya Lêkolînên Kurdatiyê piştî ku sala 2016’an Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê hate girtin, ji bo valahiya li qada ziman, çand, dîrok û edebiyatê dagire sala 2017’an hate avakirin. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdatiyê Remziye Alparslan diyar kir komele xebatên hînkirin û pêşvekirina Kurdî, weşangerî û mafê perwerdehiya Kurdî dike, armanca komeleyê ew e ku mamosteyên Kurdî bigihîne ku bikaribin Kurdî berbelav bikin û hîn bikin, ji bo zarokan û gihaştiyan hazirkirina ferheng, berhemên berhevkirirî, edebî û dîrokê, ji bo Kurdî bibe xwedî statûyekê xebatan dike.

Ji bo Kurdî bibe xwedî statûyekê

Alkan her wiha got hedefa hevpar ya van hemû xebatan ew e ku li Bakurê  Kurdistanê ji bo Kurdî winda nebe, were pêşvebirin û Kurdî bibe xwedî statûyekê.

Remziya Alparslan dibêje piraniya mamosteyên wan ji wan dildaran pêk tê ku ji dersen komeleyê mezun bûne, ew bi Stenbolê û bi dersen online dikarin xwe bigihînin gelek deveran û didomîne,’’Lê gelek mirov hene ku divê em xwe bigihîni wan û gelek xebat hene ku divê em bikin. Ji bo vê em nikarin bibêjin ku têrê dike. Em hewl bidin ku baştir bibin.’’

Hijmara xwendekaran

Alparslan derheqê tevlêbûna atolyayên Kurdî dibêje sala 2023’an 759 kesî ji bo tevlî atolyeyan gihaştiyan bibe serî li wan daye û her wiha 129 zarok jî perwerde li atolyayên wan standin, sala 2024’an jî biharî 250 kes tevlî atolyeyan bûye, her wiha ji bo atolyaya zarokan jî 50 serlêdan çêbûye û ji bo zarokan pirtûkên Kundoyê Zana, Mamik, Zûgotinok û Hînker Zarok hatine weşandin.

Berhemên berdest

Derbarê xebatan jî ku Komela xwe wekî şopdarê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê dibîne, Alparslan got Ferhenga Mezin a Kurdî-Tirkî ya Zana Farqînî bi rengekî berfirehkirî hatiye derxistin, sala 2022’an, ji bilî vê, seta hînbûnê ya Hînkarê, Asta Yekem, Duyem û Sêyem, Hînkera Soranî derketiye û pirtûkên Hînkere Kurmancî sala 2023 û 2024’an çapa wan a dawî derketiye, ji bilî van Ferhenga Mezin a Tirkî-Kurdî, Gotinên Pêşiyan a Mehmet Oncu, Ferhenga Biwêjen a Mistefa Boraq, Dîroka Wêjeya Kurdî ya Feqî Huseyîn Sagniç, Rojî Kurd û hwd. gelek berhem li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye. Alkan her got kovara Zengê ku bi rengekî perîyodîk tê derxistin hijmara wê ya 29’an hatiye derxistin û haziriya hijmara 30’î tê domandin, ji bilî vê haziriya pirtûka dersan a ji bo zarokan a bi navê Hînker Zarok jî tê kirin. Alparslan got,’’Halê hazir em haziriya pirtûka Hînker Kirmanckî dikin. Em xebatên nû li mîrateya ku me dewr girtiye zêde dikin û hewl didin rêya xwe bidomînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.