Xanî xira kirin

Yekşem 23 Tebax 2020 - 15:59

  • Hêzên dewleta Tirk a dagirker, piştî ku ketin gundê Banikê yê nêzî Pîrbila ya Heftanînê hinek malên gundiyan talan kirin û hilweşandin.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker, piştî ku ketin gundê Banikê yê nêzî Pîrbila ya Heftanînê hinek malên gundiyan talan kirin û hilweşandin.
Dewleta Tirk a dagirker 21’ê Tebaxê destê sibê ketibû gundê Banikê û Mînîne yê bajarokê Batûfayê, hinek mal hilweşandibûn.
Ji ber êrîşê gundî neçar man ku malê xwe biterikînin. Lê piştî êrişê bi demeke kin di dîmenên gundiyan girtî de tê dîtin ku mal hatine talankirin, hinek mal bi temamî hatine hilweşandin û zirar gihiştiye hinek malan.
Şemiyê destê sibê gundiyan xwest vegerin mal û ser baxçeyên xwe, lê hêzên PDK’ê ew asteng kirin. Ji ber vê, hêzên PDKê û gundî pevçûn.
Gundiyan anî ziman ku nizanin bê ka çi li baxçe û heywanên wan hatiye ku yekane çavkaniya wan a debarê ye, û bi israr xwestin vegerin malên xwe.
Li Heftanînê, gerîlla li dijî dagirkeriya eskerên dewleta Tirk li ber xwe didin. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gundê Ewle yê nêzîkî Banikê hatibû valakirin. Ji lewra gundî fikaran dikin ku gundê Banikê jî were valakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.