Xalên kontrolê yên artêşa Tirk

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 02:30

Beriya niha bi demekê jî derket holê ku dewleta Tirk a dagirker li nav xaka Başûrê Kurdistanê nasnameyan kontrol dikin û xalên kontrolê danîne. Ev yek bi dîmenên nû re carek din ispat bû. Li gorî çavkaniyek taybet ku dîmen ji ajansa Rojnewsê re şandiye, dewleta Tirk a dagirker li Berwarî Bala ya ser bi Amêdiyê xala kontrolê daniye û nasnameyên xelkê kontrol dike. Li gorî dîmen tê dîtin ku leşkerên Tirk weke ku li Tirkiyeyê bin, nasnameya xelkê Başûrê Kurdistanê kontrol dikin.

Leşkerên Tirk ji xelkê Başûr re dibêjin ku ev der xaka Tirkiyeyê ye û bi pasaportên xwe werin bigerin. Tevî dagirkeriya bi eşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêzin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.