BÎRCAN DEGÎRMENCÎ/STENBOL
Derhênera filmê Kor Nokta (Xala kor) Ayşe Polat, ji bo filmê çêke, pêşî bi serpêhatiya wendakiriyekî dest bi rêwîtiya xwe kir. Wê di dawiyê de filmekî bi ezamet çêkir. Ew ji bo filmê xwe dibêje, “Ew mirovên di destê wan de wêne û rûniştî, weke ku birîneke nekewiyayî ya servekirî bin, li dev û rûyî mirovî diketin. Vî dîmenî da dû min û dev ji min ber neda.”
Vî filmê Kurdan, di Festîvala Filman a Stenbolê ya 42´yan de xelatên filmê herî baş, senaryoya herî baş, sêwirandina herî baş û FÎPRESCÎ wergirtin.
Filmê li ser têkoşîna malbatên mirovên wendakiriye. Derhêner Ayşe Polat dibêje, “Rûbirûbûn şopekê ne tenê li ser mexdûran, lê her wiha li ser failan jî dihêle. Weke fail, dawiya dawî tişta wî kirî, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tu nikarî vê yekê hema welê çareser bikî. Dîrok vê eşkere nîşan dide. Şopa her tişta tu dikî, dimîne.”
Bi vî awirî derhênerê berê xwe daye têkoşîna Dayikên Şemiyê yên ku her hefte li Meydana Galatasaray a Stenbolê rûniştin û li aqûbeta xizmên xwe û zarokên xwe pirsîn.
Dîmenê wan dayikan bela xwe ji Ayşe Polat venekir. Di encamê de filmeke ji sê beşan derket holê. Di vî filmî de Ayşe Polat ne tenê behsa wendakiriyan û xizmên wan dike, ew behsa failan, wendakeran jî dike; ew paranoyaya wendakeran a di navbera çîrok-xewnereşk-rastiyê de bi awayekî dînamîk, bi sêwirandineke cihê û bi awayê rageşiyê vedibêje.
Ji Elewiyên Meletiyê ye
Ayşe Polat ji malbateke Kurd a Elewî ya ji Meletiyê ye. Malbata wê sala 1978´an bûye penaber û li bajarê Elmanyayê Hamburgê bi cih bûye. Gava di dibistana amadeyî de ye ji bo projeyeke civakî kurtefilmekê çêdike. Li zanîngehê beşa felsefeyê bixwîne jî, sînema timî delaliya ber dilê wê ye. Ew ji bo naveroka sînemaya xwe dibêje, “Ez hewl didim pirsgirêkên civakî nîşan bidim. Lê destpêkê lêgerîn hebû. Berpirsiyariya ku nasname li mirovî bar dike, ez aîdê ku me? Giraniya wê hebû û lazim bû ez behsa wê bikim. Ji ber ku tu Elewî û Kurd î, te ji nava xwe dikin der. Paşê tu têyî Elmanyayê û vê carê ji ber ku tu biyanî yî û ji çîna karker î, tu dibî ´yê din´. Paşê bi dibistan û zanîngehê derfetên nû çê dibin, dîtina her cihêtiyê û neheqiyê ji bo filmekî bû destpêk. Gava tiştekî tesîr li te kir, ji bo ku tu wî bi teşe bikî, behsa wî bikî, tu li rêyekê digerî. Ew rê ji bo min bû nivîsandina senaryoyê. Di malbatê de herî zêde birayê min ê mezin destek da min”.
Filmê yekê yê Ayşe Polat Mîrasgir bû, film sala 2012´an li Erdexanê hatibû çêkirin.
Filmê wê yê duyem “Yên din” bû, belgefilmekî sala 2015´an li ser şopên Ermeniyan ên li Wanê bû.
Filmê dawî “Xala kor” wê di pêvajoya pandemiyê de nivîsandiye û çêkiriye.