- Li gorî endama Komîteya Bicihanîna Destûrê ya Parlamane Iraqê Viyan Sebrî, parlamenterên bloka Şîî dixwazin xala destûrê ya 140´î bê betalkirin, yanî Kerkûk, Diyala û Selahedîn ji Kurdistanê bi temamî bên qutkirin.
Li Başûrê Kurdistanê hêza sereke ya hikûmetê pêk tîne û desthilat, yanî PDK pê daketiye ku bi dewleta Tirk re hevkariyeke eskerî, siyasî û aborî bike. Lê erdên herî dewlemend û fireh ên Kurdistanê li Başûr hîna jî bê statu ne. Di destûra Iraqê de derfeta diyarkirina statuya van deveran dikare wan deveran li Kurdistanê vegerîne. Lê PDK li şûna berê xwe bide vê yekê, bi manovrayên eskerî û siyasî li dijî hêzeke din a Kurd, yanî PKK´ê dixebite, enerjiya xwe jî bi vê heba dike. Bi giştî jî hêza Kurd li hemberî dijminên hevpar lawaz dike. Diyar e ku ji ber vê lawaziyê ye, niha parlamenterên bloka Şîî li rê û dirban digerin da ku xala 140´î ya destûra Iraqê bidin betalkirin.
Endamên bloka Şîî li parlamena Iraqê banga betalkirina xala 140´î ya destûra Bingehîn a Iraqê dikin. Bi vê yekê jî dixwazin bi referandûmê diyarkirina statuya deverên weke Kerkûkê betal bikin. Piştî şikestina hêzên Kurdî Cotmeha 2017´an li van deveran, biryareke bi vî rengî dikare rê veke li ber nakokiyên cidî di navbera Kurdên vî bajarî, hêzên Kurd ên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta federal a Bexdayê de.
Endameke Kurd a parlamena federal a Iraqê Viyan sebrî di heman demê de di Komîteya Bicihanîna Destûrê de jî cihê xwe digire. Wê da zanîn ku endamên Şîî yên parlamenê dixwazin vê xala destûrê betal bikin.
Şîî dixwazin xala 140´î betal bikin
Li gorî wê gotî, “Di civîna bi Komîteya Bicihanîna Destûrê re hin parlamenterên Şîî xwestine ku ev xala hanê bê betalkirin." Lê Viyan Sebrî eşkere nekir, ka parlamenterên ji bloka Şîî kî bûne.
Ev xala 140´î ya destûra Iraqê ji bo çareserkirina statuya deverên alî li ser wan li hev nakin e; yanî çarenûs û statuya parêzgehên Diyala, Kerkûk, Nînove û Selahadînê li gorî vê xalê bi referandûmê tê diyarkirin. Di nava vê xala destûrê de her wiha tevdîr hene li dijî tesîra siyaseta erebkirina van deveran bi destê dîktatoriya Sedam Huseyin jî.
Li gorî vê xala destûrê diviyabû 2007´an referandûmek çêbûya da ku ev herêm biryarê bidin ka ew dixwazin bibin parçeyek ji Herêma Kurdistanê yan jî di nava Iraqa federal de parêzgeh bin. Ev xal ti carî nehat pêkanîn.
Ji bo bicihanîna destûrê, serokkomarê Iraqê jî bi serokatiya alîkarê xwe Elî Şukrî komîteyek damezrandiye. Ev komîte ji bicihneanîna referandûmê û vê xalê hem hikûmeta federal û hem jî ya Herêma Kurdistanê berpirsiyar digire.
Herçî Ereb û Tirkmenên li van deverên mexdûrê siyaseta Erebkirinê ne, ew li ber bicihkirina vê xala destûrê ne, ji ber ku li gorî wan, ev xala destûrê tenê bi kêra Kurdan tê.
BEXDA