Wicdanê Fransayê li Tirkiyê şikest
În 17 Hezîran 2022 - 21:27
- Ciwanekî Kurd li Fransayê ji ber ku nexwestiye leşkeriyê ji dewleta Tirk re bike, bi sedema "reda wicdanî" doza penaberiyê li Fransayê kir.
Ciwanekî Kurd li Fransayê ji ber ku nexwestiye leşkeriyê ji dewleta Tirk re bike, bi sedema "reda wicdanî" doza penaberiyê li Fransayê kir.
Fransayê ev doza wî red kir û nîşan da ku di meseleyên insanî de jî beramberî Kurdan bê wicdan e.
Ciwanê Kurd ê ku navê wî nehat eşkere kirin, nexwestiye leşkeriyê ji artêşa Tirk re bike.
Lê Fransayê di redkirina doza ciwanê Kurd de îdîa kir ku êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li Kurdistan, Sûrî û Iraqê di warê hiqûqa navneteweyî de ne sûc in. Bi vî awayî jî nîşan da ku wicdanê wê weke kaxeza mirov biavêje nav avê ye. Dadgeha penaberiyê ya Fransayê wekî din îdîa kir ku "reda wicdanî" ne rewşeke ku divê mirov li gorî hiqûqa navneteweyî kesan biparêze. Dadgehê wekî din hincetên ku dewleta Tirk mafdar bikin derxistin pêş û alîgiriya xwe nîşan da. Di heman demê de bi îfadekirina îhtîmalên weke "dibe ku li cihê şer neyê wezîfedarkirin" jî pîvanên sereke yên hiqûqê hatin binpêkirin.
PARÎS