Wezîrê Izlandî û Wekîla Swêdî: Ocalan berdin

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:21

  • Wezîrê Dadê û Karê Navxwe yê berê Izlandayê Ogmûndûr Jonasson û Parlamentera Partiya Çepgir a Swêdî Ann Jessîca Karlqvîst bal birin ser rola Ocalan a di çareseriya pirsa Kurd de û xwestin ku Ocalan were berdan. Her wiha hate diyarkirin aştiya Kurd-Tirkan wê tesîra li tevahiya herêmê bike.

Wezîrê Dadê û Karê Navxwe yê berê yê Îzlandayê Ogmûndûr Jonasson têkildarî tecrîda li Îmraliyê û girîngiya azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji ANF’ê ji Serkan Demîrel re axivî.

Jonasson diyar dike tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike. Ogmundur Jonasson dibêje Rêber Abdullah Ocalan aktorê sereke yê çareseriya pirsa Kurd e û wiha diaxive: “Ez difikirim ku azadiya Abdullah Ocalan wê ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê girîng be. Bi dîtina min pir girîng e ku pêvajoya aştiyê ji nû ve bê destpêkirin ku dema Erdogan di sala 2015’an de deriyên girava Îmraliyê girt ev yek bi dawî bû. Li ser vî esasî şertê ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e.”

Azadiya Ocalan û muzakere jiyanî ye

Ogmûndûr Jonasson tîne zimên ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo Rojhilata Navîn jî pêwîstiyek e û destnîşan dike azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye û wiha pê de diçe: “Abdullah Ocalan û Kurdan nîşan dane ku dikarin rewşên dijwar û şer derbas bikin. Lê di heman demê de ew dikarin aştiyê jî pêk bînin. Ev aştî tiştekî ku ne tenê Tirkiye û Kurdan eleqedar dike, pêdiviya Rojhilata Navîn jî bi vê heye. Ji ber vê yekê êdî azadiya Abdullah Ocalan û maseya muzakereyê mijareke jiyanî ye. Ji ber vê yekê em piştgirî didin pêngava daxwaza azadkirina wî û ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê," 

Divê dev ji nêzîkatiya dualî biqerin

Ogmûndûr Jonasson destnîşan dike tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û wiha didomîne: “Bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ji bo pêkanîna sozên cîhana navneteweyî jî girîng e. Kes behsa binpêkirina mafên mirovan ên kevneşopî yên Ewropayê yên li Îmraliyê ji aliyê Tirkiyeyê ve nake. Di heman demê de, li ser qaîdeyên Nelson Mandela yên di sala 2015'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine qebûlkirin, lê li Îmraliyê hatine binpêkirin û kess îtîraza vê nake. Ji ber vê yekê girîng e ku cîhana navneteweyî dev ji nêzîkatiya xwe ya dualî ya li hemberî Îmraliyê berde."

Aştiya Kurd-Tirkan wê bandorê li herêmê bike

Ogmûndûr Jonasson bi berdewamî dide zanîn ku aştiya bi Kurdan re ji bo herêmê jî girîng e û van tiştan dibêje: “Niha em ne tenê li Xezeyê, ne tenê li Rojava, li gelek cihan destpêka şer de ne. Bi baweriya min divê destpêkeke nû bi aştiya bi Kurdan re bê kirin.

Ez wisa difikirim ku aştiya di navbera Tirk û Kurdan dê li herêmê bandoreke girîng çêbike. Ez dizanim ku aştiyek wiha dê bibe sedema gelek aştiyan. Bi heman awayî înîsiyatîfa aştiyê ya ku li Tirkiyeyê dest pê bike, dê bandora xwe li cihên din jî bike."

Aştî têkilî rabûna tecrîdê ye

Ogmûndûr Jonasson bi berdewamî diyar dike şert û mercên jinûve destpêkirina hevdîtinên aştiyê bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe tîne:“Ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê ya di navbera Kurd û Tirkan de armanceke hevpar a me hemûyan e. Li her cihê ku ez li Kurdistanê digerim, çi li Tirkiyeyê çi li Kurdistana Iraqê ku ez nû jê vegeriyam, her kes heman tiştî dibêje. Ji bo ji nû ve destpêkirina van muzakereyan şert û merc ew e ku Abdullah Ocalan li ser maseya muzakereyê rûne. Û ev mijareke wisa ye ku ez bi dil û can piştgiriyê didim.”

Tecrîd rojeva Parlamentoya Swêdê ye

Her wiha Parlamentera Partiya Çepgir a Swêdê Ann Jessîca Therese Karlqvîst jî bal bire ser rola Rêber Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsa Kurd de û xwest ku Ocalan were berdan.

Di nûçeya Ibrahîm Irmak de, ku li MA’yê hatiye weşandin, Karlqvist dide zanîn  ji ber tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û neçareserkirina pirsa Kurd şandeya wan hatiye Stenbolê. Karlqvistê dibêje wê tu carî pêkanînek mîna tecrîda Îmraliyê nedîtiye û wiha didomîne: “Ev rewşek bêhempa ye ku me berê qet nedîtiye. Em Partiya Çep a Swêdê ji bo çavdêriya vê rewşê li vir in. Ev însiyatîf ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka Kurd hêja ye." Karlqvist diyar kir ku ji ber ku PKK hîna li Swêdê di lîsteya "rêxistina terorê" de ye, di warê tecrîda li Îmraliyê de hişmendî û hayjêhebûneke tê xwestin çênebûye û got ku hin hewldanên partiya wan hene û di vê çarçoveyê de di meha Çileyê de pêşniyaznameyek berpêşî parlamentoyê kirine û bi vê pêşniyaznameyê tecrîda Îmraliyê xistine rojeva Parlamentoya Swêdê. 

Fikrên Ocalan ji bo hemû jinên cîhanê ne 

Karlqvistê dibêje di salên borî de wê li ser pirsa Kurd lêkolîn kiriye û di vê pêvajoyê de Abdullah Ocalan nas kiriye û dibêje “Derbarê pirsa Kurd  zanyariyên min hene, ji ber ku min berê li gelek herêmên Kurdistanê lêkolîn kiriye. Bi vî awayî derfeta xwendina gelek nivîs û pirtûkên Ocalan çêbû. Ocalan ji aliyê rewşenbîrî ve jî kesekî hêja ye. Ez femînîst im û fikrên azadiya jinê yên Ocalan jî parçeyek ji paradîgmaya wî ne. Fikrên wî tenê ne ji bo jinên Kurd, di heman demê de ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê çareseriyê berpêş dikin. Li cîhanê fikrên Ocalan çi qas bên xwendin, wê ew qasî bê naskirin." 

Rola Ocalan a çareseriyê divê bê dîtin

Karlqvistê destnîşan dike azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsa Kurd rasterast bi hev ve girêdayî ne û diyar dike divê rola Ocalan a di çareseriya pirsa Kurd de baş bê fêmkirin. Karlqvistê wiha didomîne “Ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî, çalakî divên. Di heman demê de, temenê wî jî divê esas bê girtin. Divê li cem malbata xwe be. Divê pozîsyona Ocalan a ji bo çareseriya pirsa Kurd baş bê fêmkirin. Divê girîngiya helwesta Ocalan a ji bo çareseriya pirsa Kurd baş bê fêmkirin. Wê bi çareseriyê her kes bi ser bikeve. Lewma divê em hemû israrker bin."

Tecrîd wê zêdetir bibe rojeva meclîsê

Karlqvistê li dawiyê dibêje şandeya wan piştî hevdîtinên li Stenbolê li dijî tecrîda Îmraliyê têkevin nava hin hewldanan û wiha didomîne: "Em ê hewl bidin ku di vê mijarê de bîrbiriyekê peyda bikin û em ê zêdetir pêşniyaznameyan berpêşî meclisê bikin û di civînê de bêtir gengeşe bikin. Di heman demê de em ê hewl bidin ku di bi rêya kovar û weşanan gotar û raporên der barê tecrîdê de xwe bigihînin raya giştî."

ANF/MA/STENBOL/BRÛKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.