Wezîrê Dadê ji edaletê direve

Çarşem 6 Îlon 2023 - 00:31

HAKAN YALÇIN / MA / ENQERE

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê du birayên wî û bavê wî ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û ew jî birîndar bû, tevî dayika xwe Emîne Şenyaşarê çalakiya Nobeda Edaletê li Enqereyê didomîne. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar, piştî hefteya 846'an ku li ber Edliyeya Rihayê dihat lidarxistin, li Enqereyê li ber Wezareta Dadê didome. Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç 42 roj in daxwaza hevdîtinê ya malbata Şenyşar ji nedîtî ve tê. 

Helwesta wezîr bandorê dike

Ferît Şenyaşar diyar kir ku herî kêm 30 caran daxwaz kirine ku hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re bikin lê daxwazên wan çi erênî çi neyînî nehatine bersivandin û got: "Rayedarên wezaretê ji me re dibêjin wezîr li derveyî bajêr e an jî civînên wî hene. Wezîrê Dadê, bi parlameneterê AKP'ê re digere. Tev li 'Bernameyên Bajêr' ên AKP'ê dibe. Serdana serokên bajaran ên AKP'ê dike. Tevlî merasîman dibe û van serdanên xwe li ser medyaya dijîtal belav dike. Ger wezîrekî dadê wiha be, wê rewşa welêt çawa be? Kesê ji dadê berpirs, ger tenê bi kesên derdora xwe re hevdîtinê bike û aliyê xwe eşkere bike, ev nîşan dide ku bêedaletiyek heye. Mixabin ê ku vê bêedaletiyê dike jî wezîr e. Em careke din bang dikin, ev helwesta Wezîrê Dadê bandorê li tevahiya civakê dike. Ev helwesta Wezîrê Dadê bandorê li doza me jî dike."  

Ger israr bikin wê wenda bikin

Şenyaşar axaftina xwe wiha dewam kir: "Wezîrê Dadê niha randevûya me qebûl nake, lê wê di mehên pêş de hevdîtinên budçeyê çêbibin, dê komîsyon kom bibin û wê Wezîrê Dadê bê Meclisê. Gava bê Meclisê ez ê jî li wir bim. Ez ê vê bêedaletiya wî jê re bibêjim. Wezîrekî dadê heye ku ji dayikeke ku doza edaletê dike direve. Ez ê li Meclisê li ber raya giştî jê re bibêjim. Bila êdî dayik negirîn, em doza aştiyê dikin. Bingeha vê jî edalet e. Ger di bêedaletiyê de israr bikin, wê Wezîrê Dadê, hikûmet û Tirkiye winda bikin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.