Wezareta Çandiniyê ya Iraq û Hikûmeta Herêma Başûr, "Birrîna daran dijminahiya li hemberî mirovahiyê hemûyî ye".
Hikûmeta Iraqê û ya Başûrê kurdistanê beramberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bêdeng in. Lê doh wezaretên wan ên çandiniyê daxuyaniyeke hevpar da ji ber birrîna daran û dizîna wan. Wan birrîna daran a bi destê dewleta Tirk weke dijminahiya li hemberî xweza, jîngeha Iraq û Herêma Kurdistanê, û her wiha dijminahiya li hemberî mirovahiyê hemûyî, bi nav kir.
Wezaretan di daxuyaniya xwe de got, ev demek e, komek şirketên Tirkiyeyê bi alîkariya artêşa Tirk, dest bi birrîna darên daristanên li herêma Behdînanê kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em vî karê neşîrîn red dikin û nerazî ne, ev yek ne tenê dijminahiya beramberî xweza, jîngeha Iraq û Herêma Kurdistanê ye, di heman demê karek dijminane ye li dijî mriovahiyê, jîngeha hemû herêm û cîhanê.
Em bang li Hikûmeta Tirkiyeyê dikin, vî karê xwe rawestîne û di heman demê em bang li Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê jî dikin. Divê ji bo çareseriya vê mijarê xwedî bersiv û çareseriyek cidî bin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, nûnerên welatan û rêxistinên navneteweyî jî dikin, ji bo çareserkirina vî karê ne mirovane yê li dijî jîngehê, alîkariya me bikin.”
Rojane 450 ton dar didizin
Parlamenterê Herêma Kurdistanê yê ji Tevgera Gorran, Elî Heme Salih jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nameyek da Hikûmeta Iraq û bang li civaka navneteweyî kir. Parlamenter Salih di nameyê de dibêje, dewleta Tirk ji bilî şewitandina daristanên Kurdistanê, rojane qederê 450 ton daran dibirre û dibe Tirkiyeyê. Elî Heme Salih ji Hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî xwest li hemberî dagirkirin, şewitandina Kurdistan û wêrankirina daristanan bêdeng nemînin.
HEWLÊR