- Asayîşa PDKʼê siyasetmedarê Kurd Omer Bartan 28ʼê Çile teslîmî Tirkiyê kir. Wezîrê Karê Hundir ê Herêmê got, ev nûçe ne rast e. Birayê Omer, Bekir Bartan careke din qala bûyerê kir û got: PDKʼê xiyanet kir û wezîr derewan dike.
Siyasetmedarê Kurd Omer Bartan (48), ji ber ku li Tirkiyeyê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” cezayê girtîgehê lê tê birîn, neçar dimîne ku biçe bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê û li wir bi cih dibe. Bartan piştî demek kurt, di 3’yê Tîrmeha 2019’an de, ji aliyê hêzên asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve tê girtin. Asayîşa PDK’ê di 19 mehên Bartan girtî de bi tu awayî agahiyê nade malbata wî. Malbata wî ya li Tirkiyeyê dimîne, bi dehan caran diçe Hewlêrê, lê asayîşa PDK’ê der barê Bartan de ti agahiyê nade malbatê. Ligel ku malbatê xwest hevdîtinê bi kurê xwe re bike jî, lê destûr nehat dayîn û malbata paşve hat şandin.
28’ê Çile, dest û çavên wî girêdayî, di Deriyê Sînor ê Xabûr a navçeya Sîlopî ya Şirnexê re teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Bartan ê xistin zindana Şirnexê 22’ê Sibatê, telefonî malbata xwe kir û qala serhatiya xwe kir. Piştî ku çapemeniyê bûyer ragihand, Wezîrê Karê Hundir ê Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku nûçeyên têkildarî Bartan ne rast in.
Ji neçarî çû Hewlêrê
Birayê Bartan, Bekîr Bartan, li ser rewşa birayê xwe got:: “Birayê min 1992’an, li Şaredariya Bedlîsê dixebitî. Wê demê hat binçavkirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Destpêkê wî şandin Girtîgeha Mêrdînê, ji wir jî şandin Bartinê. Cezayê Omer di Hezîrana 2001’ê de, qediya û hat berdan. Piştî hat berdan, cihê xwe di xebatên Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) a Manîsa de, girt. Di partiya siyasî de dixebitî. Dema ku dixebitî, polîsan her tim ew dişopandin û zoreke derûnî li ser hebû. Omer ne tenê li Manîsa xebitî. Di salên 2014, 2015 û 2016’an de jî li Wan û Edenê xebatên xwe yên siyasî dewam kirin. Ji ber xebatên xwe yên siyasî lêpirsîn der barê wî de hat destpêkirin. Ji ber dozeke wî jî 7 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji ber ku Dadgeha Bilind cezayê wî erê kir, neçar ma ku biçe Herêma Federe ya Kurdistanê.”
Sîxurtiyê lê ferz dikin
Bartanê bira dide zanîn ku asayîşa PDKʼê birayê wî 3’ê Tîrmeha 2019’an digire û heta 3 mehan bi ti awayî agahî jê nagirin û dibêje, dema ew dixwaze li Hewlêrê wî bibîne, lê asayîşa PDKʼê destûra vê yekê nade û paşve vedigere.
Bartan diyar dike ku PDKʼê 28ʼê Sibatê birayê wî teslîmî dewleta Tirk û vê pêvajoyê jî bi agahiyên têkiliya telefonî ya 22ʼê Sibatê li ser devê birayê xwe weha radigihîne: “Ez 19 mehan di girtîgeha Hewlêrê de mam. Her tim zext li min dikirin û gef li min dixwarin. Sîxûrtî li ser min ferz kirin. Min ev daxwaza wan her tim red kir. Di girtîgeha Hewlêrê de, zext û tecrîdeke mezin a PDK’ê li ser kesên li Tirkiyeyê ceza girtine û çûne Hewlêrê heye. Li wê derê gelek girtî, di şert û mercên xirab de dimînin. Di demeke kurt de min li wê derê 13 kîlo dan. Herî dawî ji ber ku min daxwaza wan a sîxûrtiyê red kir, ez di 28’ê Çileyê de, bi awayekî dest û çavên min girêdayî teslîmî Tirkiyeyê kirin.”
PDKʼê xiyanet kir
Bartan, têkildarî daxuyaniya Wezareta Karê Hundir a Herêma Kurdistanê jî got: “PDK’ê şaşiyeke mezin kir. Ji bo ser xiyaneta kirî bigire û veşêre derewan dike. Asayişa li Hewlêrê girêdayî PDK’ê ye. Em hemû jî vê baş dizanin. Asayişa PDK’ê bi xwe ji min re got, Omer di destê wan de ye. PDK’ê bi xwe Omer teslîmî Tirkiyeyê kir. Ji ber vê ne hewce ye ku rêveberiya Hewlêrê derewan bike. Divê tu kes li hemberî vê xiyaneta PDK’ê bê deng nemîne.”
Bartanê bira herî dawî da zanîn ku birayê wî li Şirnexê di zindanê de ye û li hucreya karantînayê tê ragirtin.
MA/MANÎSA