Wezîr çima Derwêşê Evdî qedexe kir!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Kanûn 2021 - 23:12


  • Di fermanê de sedema derxistina çîrokê ji kitêba dersê nehatiye ravekirin, lê hatiye gotin ku wê çîrok di çapên nû yên kitêba dersê de jî nebe. 

Nivîsgeha Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Hewlêrê, pêr bi fermaneke wezîrê perwerdeyê Alan Heme Seîd Salih, biryara derxistina destana Derwêşê Evdî ji pirtûka edebiyata Kurdî ya ji bo sinifa 10´an a dibistana amadeyî ragihand.

Di fermanê de sedema derxistina çîrokê ji kitêba dersê nehatiye ravekirin, lê hatiye gotin ku wê çîrok di çapên nû yên kitêba dersê de jî nebe. 

Hin alî rexneyê li vê biryarê digirin, ji ber ku wezaretê, ji ber Êzîdîbûna Derwêşê Evdî dibe ku ev biryar dabe.

Axir pirsa, wezîr Alan Heme Seîd Salih çima destan Derwêşê Evdî ji kitêba dersê ya sinifa 10’an derxist, li meydanê ye û herî baş jî wezîr dikare bersiva vê pirsê bide.   

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.