Wezîfeyên dîrokî pêk tînin

Duşem 25 Mijdar 2024 - 03:05

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê bi daxuyaniyekê pîroz kir û wiha got:’’Salvegera 46'an a damezrandina partiya me PKK'ê di serî de li Rêberê tevgera me, damezrînerê partiya me, fedaiyê destpêkê û kedkarê herî mezin li Rêber Apo, gelê me yê welatparêz, malbatên şehîdan, dostên hêja yên partiya me, berxwedêrên li zindanan, hevrêyên li her qadê têdikoşin û li tevahiya sempatîzanên PKK'ê pîroz be. Artêşa Şehîdan ku pêşengiyê ji partiya me PKK'ê re dike, di nava têkoşîna ji 46 salan de nirxên mezin, pîvanên bilind, mezinahiya herî cewherî ya mirov, manewiyata bilind, ruhê fedaî yê Apoyî û jiyaneke hêja û bi wate afirandin ku di oxira wê de mirov mirinê didin ber çavên xwe. Em hemû şehîdên xwe yên ezîz ku ev heqîqet bi xwêdan, can û xwîna xwe afirandin, di şexsê şehîdê me yê mezin ê partiyê hevrê Hakî Karer de bi hurmet, hezkirin bi bîr tînin.

Milîtaniya PKK’ê ya têk naçe

Têkoşîna PKK'ê ku her kêliyeke xwe weke destanê derbas bû, di nava şoreşê de şoreş kir, ji bo hebûn û azadiyê rastiya gelekî berxwedêr afirand ku bêteredût têdikoşe. Heqîqeta jin a azad û milîtaniya PKK'ê ya bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dike afirand û ji gelên bindest û tevahiya mirovahiyê re kir diyarî. Heqîqetên ku di şexsê PKK'ê de derketin holê; li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rastiya mafdarî û neheqî, başî û nebaşî, azadî û koletî, demokrasî û netewedewletî, bedewî û qirêjî, rastî û şaşitî, fedaîtî û teslîmkarî, sekna azad û xiyanet, serbilindî û ketî, sosyalîzm û kapîtalîzm raxist pêş çavan. PKK ku îdeolojî û paradîgmaya Apoyî bi baweriyeke mezin, îrade, sebir, hewldan, ked û têkoşîneke bi kêlî bi kêlî xiste pratîkê, bi serbilindahiyeke mezin sala 47'emîn a damezrandina xwe ya fermî pêşwazî dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji çiyê heta bi metropolan ketin nava biryargehên şer ên dijmin û sekneke bi lehengî nîşan dan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya bêeman, ruhê têkneçûnê û rêbaza serketinê ya PKK'ê temsîl kirin. Pêşengên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrê Sara Tolhildan Goyî, Rûken Zelal, Rojhat Zîlan, Erdal Şahîn û herî dawî hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn ku li Enqereyê çalakiya li dijî TUSAŞ'ê kirin, raxistin pêş çavan bê ruhê fedaî yê Apoyî dikare çi bike. Çalakiya fedaî ya dîrokî ya hevrê Asya û Rojger ji Berxwedana Zindanan a Amedê heta bi Zîlanan weke xeleka dawî ya çalakiyên fedaî yên dîroka me ya têkoşînê pîvanên çalakiya fedaî bi pêş ve bir û ji gelek aliyan ve gihand asta herî bilind. Hevrêyên me Alan Milazgîr, Şêxmûs Malazgîrt, Berwar Dersîm, Orhan Cîhat Bîngol, Şiyar Efrîn, Tekîn Goyî, Serhat Jêhat Patnos, Mehmet Cûdî, Dr. Sara Tolhildan, Bêrîtan Nûrhak Çiya, Herekol Şiyar, Hevrê Çiya, Şervan Varto, Canşêr Şêrawa, Ekîn Rodî, Xebat Turkmen û Piling Germiyan ên di sala 46'emîn a têkoşînê ya PKK'ê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, her wiha fermandarên me yên fedaî yên Apoyî yên weke Dersim Nûrhaq, Medya Egîd, Sabrî Bagok û Karker Tolhildan ên mohra xwe li têkoşîna me xistin, bûn fermandarên sembol ku nîşan dan ruhê PKK'ê têk naçe.

Ji herdemê xurttir in

Weke neferên fedaî yên Apoyî ku bi temamî berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê me ye û amade ye di vê oxirê de her bi awayî berdêlan bide, bi ketina nava sala 47'an a avabûna fermî ya partiya me PKK'ê de em diyar dikin ku bi performans û tempoya serketinê em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin. Em sala nû ya partiya xwe PKK'ê careke din li tevahiya gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin û di sala nû ya têkoşînê de serketinê dixwazin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.