Wext,bîr û mirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Tîrmeh 2021 - 06:59

  • Regardt Van Der Meulen yek ji wan hunermendên afirîner e ku ji hesinan peykerên nîvcomayî, netemambûyî çêdike. 

Li dinyayê hin hunermendên afirîner hene ku carinan hesin di destên wan de dibe mîna hevîr. Ji vî hevîrê jî berhemên bêhempa çêdikin. Piştî mirov li van berheman dinihêre êdî hesin tenê ne hesin e û bi awayên din jî em hesin bi mane dikin. Regardt Van Der Meulen jî yek ji wan hunermendê afirîner e ku ji hesinan peykeran çêdike. Ew li Başûrê Efrîka, Johannesburgê dijî û ji nû ve teşe dide hesinan. Bi gotinek din ew hesinan diqurêfe û bi van quraftinên xwe berê me dide raman û têgînên nû. Quraftinên wî ango tewandinên wî yên li ser hesin xwedî bingeheke ramanî ne û pê ruhekî ava dike.  

Dinya fanî ye

Meulen, dibêje ku hesin hişk û saxlem e lê di heman demê de jî qirofek e û dikare zû were şikestin jî. Ew bi van peykerên xwe yên ji hesin bêhtir bi temayên “Wext, bîr û mirin”ê dadikeve û dixwaze bibêje ku dinya fanî ye. Ev peykerên wî di nav lepê rizîbûnê de jiyana mirovan ya demî nîşan didin. Meulen, bi awayekî îronîk vê rewşê tîne ziman. Gava mirov li peykerên wî dinihêre mirov dibêje, qey dê demek şûnde winda bibin ango ji holê rabin wek jiyana mirovan, çawa ku her jiyan xwedî dawiyekê ye.

Em bi bîr tînin, diafirînin û vedişêrin

Meulen, ji bo hesin dibêje, “Malzemeyekî wiha ye ku bi gelek hêlên xwe mirov dikare ew bikarbîne” û wiha pê de diçe, “Tenê ne di hêla hêzbûnê de, di heman demê de hiseke hesin a bi tevger û qirofek jî heye. Bi awayekî xwezayî ji bo fikr û nihêrînên min û teoriya xebatên min jî guncaw e, dê bi wextê re zeng bigire û kevn bibe. Ez ji vê hisê hez dikim.” Gava mirov berê xwe dide peykerên Meulen yên hesinî, mirov bi awayekî xwezayî dikeve nav çavdêriyên kûr. Ev çavdêrî ne çavdêriyeke ji rêzê ye û mirov bivenevê li ser jiyana fanî ya ku ew ê tê re derbas bibe here difikire. Ev formên ku ew bikartîne me bi vê yekê re ango jiyana fanî re rû bi rû dihêle. Her tişt wextekî wî heye, ti tişt heta hetayê namîne mixabin. Gava wextê wî derbas bû ew ji holê radibe û tine dibe. Wek jiyana mirovan û zindiyên li vê dinyaya fanî ku ew lê mêvan in. 

Meulen wiha dewam dike, “Girêdaneke wext û bîrê bi hev re heye û perçeyekî dinyaya me ya metafizîk in. Van têgînan her tim tesîr li min kirine. Gava em ji dayik dibin û şûnde ango heta mirinê, em her tim tiştan bibîrtînin, diafirînin û vedişêrin. Lê her ku wext diguhere bibîranîn, beden û fizîka me dê biguhere an jî bi temamî ji holê rabe û winda bibe. Tiştê ji min re balkêş tê ev hêla insan e, nakokiya bedewiya jiyanê û firoketiya wê ye.”

Xwe dixapînin

Meulen dibêje ku peykerên wî ji wext, bîr û mirinê îlhamê digirin, “Tenê ne rizîbûna jiyana mirovan her wiha tiştên derûdora me jî bala min dikişînin. Mirov wisa pê dizanin ku ev dinya ciyekî bi ewle ye û ew ê qet neguhere, ew bi vê hestê dijîn. Bi ya min ew hinek jî xwe dixapînin. Heta ku talûkeyek an jî rewşeke xeter çênebe em bi xwe nahesin, lê gava jiyana me dikeve nav xeterê em hîna nû li ser ewlehiyê ango ne ewlebûna jiyanê diramin. Ev peykerên min jî tenê behsa qirofek an jî şikestinên fizîkî yên mirovan nakin, her wiha ew metaforên hestiyarî û zihnî yên mirovan in jî. Di fîgûrên xwe de min bi zanebûn kêmasî hiştine, wek ku dihelin û perçe perçe dibin. Bi vê yekê dixwazim mirov li ser wext, bîr û mirinê biponijin û li rastiya jiyanê mikur werin.” 

Hesteke netemambûyî dide der

Meulen heya niha gelek peyker çêkirine. Peykerên wî derbarê bîr, mirin û rizîbûna bedena mirovan de bergehên nû ava dikin di hişê mirovan de. Di peykerên wî de deforme hene û hesteke netemambûyî dide der. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.