Wexta desteka civaka navneteweyî ye

Pêncşem 26 Mijdar 2020 - 23:38

Komîsera Komîsyona Parastina Azadiya Dînî ya Kongreya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê, Nadine Maenza li Rojavayê Kurdistanê piştî ku bi nûnerên Rêveberiya Xweser û komên diyanetên cihê re hevdîtin kirin, doh malavahiya rêveberiyê kir.

Wê wêneyê xwe yê hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî re jî parve kir û got, “Malavahiya ‪Mezlûm Ebdî û rêveberên din ên Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin ku destek dan serdana min. Ez pirr razî me ku derfeta min çêbû bi çavên serê xwe bibînim çawa wan rêveberiyeke hêja ji zemînê civakê ava kiriye (Rêveberiyaq Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî) ku azadiya dînî û wekheviya cinsan misoger dike. Êdî wext e ku civaka navneteweyî destekê bidiyê!”


NAVENDA NÛÇEYAN‬

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.