Wesfa wî ya avakar e

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 02:35

Newzat Îçen ê ji Mazgêrtê yê Dersimê ye ev 20 sal in girtiye û li dijî tecrîdê li girtîgehê beşdarî gelek çalakiyan bûye. Newzat Îçen ê niha li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, li ser girîngiya tecrîdê û bandorên wê yên li ser gelên Kurd û Tirk ji ANF'ê re axivî. Îçen, anî ziman ku armanca tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê meşandin, di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê di aliyê nirxên exlaqî, siyasî û hebûna wan a demokratîk de dîlgirtine û got:“Rejîma şerê taybet a Tirk, bi hemû avaniyên xwe yên ji Destûra Bingehîn heta têkiliyên xwe yên navneteweyî, li gorî rastiya Kurd hatiye dîzaynkirin. Ev yek hemû ji aliyê bijareyên dewlet-desthilatdariyê ve bi siyaseta netewperestî, olperestî û zayendperestiyê tê meşandin û hewl dide civak bi hev bide qirkirin. Tirkiye ev sedsaleke ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê birêve birin. Wezîfeya xwe ya heyî, misogerkirina dewamiya feraseta netewe-dewletê ya klasîk a li Rojhilata Navîn e. Rêber Apo vê rastiyê bi awayekî vekirî deşifre kir. Dewamkirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya dewamkirina statukoya heyî. Tecrîd di vê wateyê de girîng e û divê li ber çavan bê girtin.”

Rejîma şerê taybet

Îçen, destnîşan kir ku bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê tê jiyîn siyaseta tecrîdê ye û got:“Şerekî topyekûn heye ku di destpêkê de li dijî Kurdan hate pêşxistin, lê bi demê re bi zanebûn li dijî civaka Tirkiyeyê û hewldanên wê yên guhertina sosyopolîtîk hate meşandin. Rejîma şerê taybet a Tirk rejîmeke şer û darbeyê ye. Xwedî karakterek wisa ye ku xwe li ser pirsgirêka Kurd xwedî dike. Ji ber vê yekê li her çar aliyê Kurdistanê û her devera cîhanê li dijî Kurdan şer dike. Ji bo desthilatdariya xwe îxanet li Kurdan hat kirin. Di oxira xiyanetê de hebûna Kurdan hat înkarkirin. Înkar jî têkoşîna Kurdan û têkoşîna Rêber Apo derxist holê.”

Divê rexnedayîn hebe

Îçen, anî ziman ku divê ji ber wesfa xwe ya avaker xwedî li Rêberê Gelê Kurd bê derketin û got:“Avakirineke rewa, exlaqî û siyasî ye. Eger tecrîd bi temamî nayê nîqaşkirin divê rexnedayîn çêbibe. Kadro, welatparêz û sempatîzanên ku îdîa dikin xwe di xeta Rêbertî de pêş bixin, li girtîgehên Tirkiyeyê her tim di nava çalakiyan de ne û li ser bingeha paradigmaya Rêbertî xwe pêş dixin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.