Gerîlayên HPG û YJA Starê li Metîna û Zapê li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin û kepçeyek jî hate îmhakirin.
Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê dibêje, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Metînayê; 8’ê Îlonê li Girê Koordîneyê du kepçeyên ku ji bo dagirkeriyê rê vedikirin, bûne hedefa hêzên me. Hêzên me ji du aliyan ve çalakî kirin. Şaxê yekê ji nêz ve li kepçeyê û dagirkerê tê de da. Di vir de operatorê kepçeyê hatiye cezakirin û kepçe hatiye îmhakirin. Şaxa duyemîn a çalakiyê jî li kepçeya din da û derb kepçeyê dan.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê; me berê diyar kiribû ku di 8’ê Îlonê de saet di 07.00’an de dema ku dagirker ji Cîloyê Piçûk diçûn Girê Şehîd Sefqan, hêzên me berê bi sabotajê û piştre bi çekên giran li wan dabû. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin. Ji ber çalakiyên hêzên me, artêşa Tirk a dagirker heman rojê neçar ma ku ji Girê Şehîd Sefqan vekişe.
Li Qada Berxwedana Werxelê ya herêma Avaşîn; ji 8’ê Îlonê saet 20:00’an heta 9’ê Îlonê saet 08:30’î artêşa TC’ê Qada Berxwedanê ya Werxelê 18 caran bi teqemenî û gazên jehrî bombe kir. Piştî bomberdûmana 8’ê Îlonê dagirkerên xwest ber bi Qadên Berxwedana Werxelê ve pêşve biçin, gerîla ji nêzîk ve şerê wan kir. Dagirkerên ku li ber berxwedana dîrokî ya hêzên me nekarîn bi pêş ve bên, careke din li Qada Berxwedanê gazên jehrî bi kar anîn û bi teqemeniyan bombe kirin. Berxwedana lehengên Werxelê tevî êrişan hemûyan bênavber didome.
8’ê Îlonê saet 08:00’an balafirên şer derdora gundê Dergelê yê herêma Metîna bombe kir.
8’ê Îlonê saet 22:15’an gundê Xîzan a devera Kêrê ya herêma Heftanînê bi obus û hewanan hat bombekirin.”
BEHDÎNAN