Tevî ku dewleta Tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin, nekarî li pêşberî berxwedana hêzên gerîla bi pêş ve biçe. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Li herêma Avaşînê, li qada berxwedanê ya Werxelê; 16’ê Îlonê saet di navbera 19:45-22:00´an de artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Piştî vê bombardûmanê xwestin bikevin qada berxwedanê, di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Dagirker li pêşberî berxwedana hêzên me nekarîn bi pêş ve biçin.

16’ê Îlonê saet di navbera 15:27-22:20’î de li herêma Garê bi balafirên şer bombe li devera Kafyayê hatin barandin.

16’ê Îlonê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Kêste, Hirorê, Êdinê, Dêşîşê û Serarû, devera Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

16’ê Îlonê nîvê şevê deverên Girê Qartal, Stûnê, Geliyê Basya, Dola Bizina û Werxelê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

16’ê Îlonê di navbera 13:20-13:30’î de li herêma Zapê devera Kurêjaro bi balafirên şer hate bombekirin.

PDK´ê dîsa derew kir

Hêzên Îranê di navbera 8-15’ê Îlonê de deverên Berbizina, Goşînê, Girê Şehîd Laşer û Kelaşînê bi balafiran û hawanan bombe kirin.
15’ê Îlonê li qadeke ser bi Dinartê, ti têkiliya hêzên me bi bûyera li hemberî hêzên PDK’ê re nîne. Ne rast e ku rayedarên PDK’ê beriya ku bûyerê lêbikolin, yekser tevgera me sûcdar kirin. Ev yek dûrî ji rastiyê ye.”

BEHDÎNAN