• Lîstika şanoyê "Werne Ziman" a Şanoya Bajêr a Êlihê, li Silopiyayê hat nîşandan. 

Lîstika şanoyê "Werne Ziman" a Şanoya Bajêr a Êlihê, li Silopiyayê hat nîşandan. 

Li navçeya Şirnexê Silopiyayê, şanoya "Werne Ziman" a Şanoya Bajêr a Êlihê li Hola Konferansê ya Şaredariya Silopiyayê hat nîşandan. Şanohezan elaqeyeke mezin nîşanî şanoya "Werne Ziman" da. Hevşaredarên Silopiyayê, Adalet Fîdan û Suleymen Şavlûk û Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî di nav de, gelek kesan li şanoyê temaşe kirin.

Piştî nîşandana şanoyê, govend hat gerandin û stran hatin gotin. 

Şanoya "Werne Ziman" ku sala 2021'ê ji hêla Şanoya Bajêr a Êlihê ve hatiye amadekirin û 6 şanoger tê de dilîzin, balê dibe ser pirsgirêkên civakî û aborî.

MA/ŞIRNEX