Werîşe Muradî birîndar bû

Şemî 10 Tebax 2024 - 03:05

Derbarê Reza Resayî yê 35 salî de, 31’ê Kanûna 2023’an cezayê bidarvekirinê hate birrîn û di 6’ê Tebaxê de jî hate bidarvekirin. Piştî bidarvekirina Reza Resayî li gelek girtîgehan, girtiyên siyasî çalakiyên protestoyî lidar xistin. Li gorî ajansa nûçeyan a JINHA’yê, girtiyên jin jî li Girtîgeha Evîn a Tehranê xwepêşandan kirin. Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve jî bi tundiyê bersiv hat dayîn. Hate hînbûn ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî di êrîşa 6’ê Tebaxê ya li hemberî çalakiya girtiyan de, birîndar bû. Li gorî agahiyên ji girtiyên siyasî yên li girtîgehê hatin girtin; Polîsên Îranê êrîşî Werîşa Muradî kirin û êşkence lê kirin. Werîşe Muradî piştî êşkenceyê li gelek cihên laşê wê birîn hebûn. Piştî êşkenceyê destûr nehat dayîn Werîşe Muradî biçe nexweşxaneyê. Dîsa girtiyan agahî parve kirin ku efser Hadî Mihemedî fermana êşkenceya li girtîgehê daye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.