- Dayikên girtiyan: Divê her kes baş bizane ku mifteya aştî û azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Heta ku Rêberê Kurdan azad nebe, ne gelên Tirkiyeyê ne jî gelên Rojhilata Navîn azad dibin. Îro her kes di bin tecrîdê de ye, divê ti kes li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’, di roja 41’ê de dewam dike. Herwiha bi heman armancê Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan li 6 navendan dane destpêkirin jî didome.
Dayikên ku li Amedê di Nobeda Edaletê de ne, diyar kirin ku divê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bê şikandin û banga xwedîderketina li çalakiyê kirin.
Dayika girtiya bi navê Amîne Kaya ya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin, Meryem Soylu bal bire ser zextên li girtiyan tên kirin û got, “Tişta ku girtiyan di girtîgehê de zindî dihêle, têkoşîn û moralê wan e. Ji ber ku ez 9 salan di girtîgehê de mam, şert û mercên wê derê baş dizanim. Tecrîdkirina girtiyan tecrîdeke pirr giran e. Bi saya vîn û têkoşîna girtiyan, dijmin nikare vîna kesî bişikîne. Lehengên me yên weke Mazlûm Dogan û Kemal Pîr zincîra wehşetê şikandin û girtîgeh kirin akademî. Dijmin îro bi her awayî tecrîdeke bêhempa li ser girtiyan ferz dike. Divê her kes baş bizane ku mifteya aştî û azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Heta ku Rêberê Kurdan azad nebe, ne gelên Tirkiyeyê ne jî gelên Rojhilata Navîn azad dibin. Îro her kes tecrîdkirî ye, divê ev kes li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Em wek dayikên Kurd li dijî zilmê hemûyî ne. Ez ji vir bang li Kurdên di xizmeta dijmin û pergalê de dikim. Wê dora zilma ku niha li ser me tê meşandin, bê we jî. Yên ku xiyanetê li netewe, nasname, ax û dayika xwe bikin, rojekê wê ev zilma ku li me dibe, li wan jî bibe. Banga min li mirovahiyê hemûyî ev e; werin, bi Kurdan re bibin yek û em bi hev re dawî li vê zilmê bînin.”
Em dixwazin Rêberê me azad be
Esma Seydaoglû jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin dayikên Nobeta Edaletê, beşdarî çalakiya nobetê bûye: “Ez weke dayikeke Kurd ji bo piştgiriyê li vir im. Ez îroj ji bo piştgiriya mirovahî, aştî, edalet û azadiyê hatim. Ez bang li gelê Kurd dikim da ku piştgiriyê bide. Îro divê Kurd ji bo edaletê piştgiriya hev bikin. Bila bi dengekî xurt ji çar aliyên Kurdistanê piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Ev berxwedana me ji bo edaletê ye. Dema ku edalet pêk were, her kes wê azad bibe.”
Dayika girtiyê nexweş Sulhiye Saruhan jî diyar kir ku ew weke dayik ji bo zarokên xwe têdikoşin û got, “Armanca girtiyan şikandina tecrîda li ser Rêbertî û girtiyan e. Îro tecrîdkirina li ser Rêber Apo, li ser gelê Kurd hemûyî tê meşandin. Em weke dayik, edalet û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin tecrîdkirina li girtîgehan bişikînin."
Aklîme Hanas jî anî ziman ku heta tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan neyê rakirin, Nobeta Edaletê wê bidome û got: “Em îro ji bo şikandina tecrîda mutleq li vir in. Li ser Rêberê me rastiyeke tecrîdê heye. Em dixwazin Rêberê me azad bibe. Zarokên me li girtîgehan bi bedena xwe li ber xwe didin. Mafên wan jî hene, em dixwazin daxwazên girtiyan hemû pêk bên.”
MA/AMED
Divê girtîgeha Îmraliyê bê girtin
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Mahmût Dîndar jî ji ANF’ê re axivî û got: “Li Kurdistanê mirov tên qetilkirin, leşker jiyana xwe ji dest didin û her tim cenaze tên. Divê ev yek bi dawî bibe. Ji ber vê yekê divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan were şikandin. Herkes dizane ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Em dizanin ku wê aştî bi Birêz Abdullah Ocalan re pêk were û ji ber vê yekê divê Îmrali bê girtin. Divê Birêz Ocalan nêrîn û ramanên xwe bi azadî vebêje."