- Komek ciwanên Başûrê Kurdistanê bersiv da banga "Werin cenga azadiyê". Li ser navê komê Agir raperîn got, "Em ê mil bidin bidin milê gerîla û li dijî dijmin şer bikin."
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Qendîlê bi daxuyaniyeke çapemeniyê pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ da destpêkirin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê, di salvegera yekemîn a şehadeta Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Qasim Engîn de li ser gora wî daxuyaniyek da çapemeniyê. Wan li Qendîlê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev pêngav da destpêkirin. Ciwanan ragihand ku ew ê mil bidin milê gerîla û li dijî dijmin şer bikin.
Agir Raperîn daxuyanî xwend û got, “Dewleta Tirk li pey zindîkirina xewna xwe ya dewleta Osmaniyan e. Dewleta Tirk di van salên dawî de êrişên xwe yên li dijî Kurdistanê û welatên herêmê, berfirehtir kirine. Bi vê armancê bi hezaran çeteyên kirêkirî, ji Suriye, Rojavayê Kurdistanê, Lîbya û cihên din ji bo dagirkirinê bi kar tîne. Dewleta Tirk PKK’ê û gerîlayên azadiyê ji bo pêkanîna xewna xwe weke astengiya herî mezin dibîne. Ji bo vê, ev zêdetirî mehekê ye, êrişeke berfireh li dijî herêma Avaşîn, Zap û Metînayê daye destpêkirin. Lê çawa li Heftenîn û Gare derbên giran ji destê gerîla xwarin, wê vê carê jî bi bin bikevin."
Qendîl bikeve Hewlêr û Silêmanî jî dikevin
Ciwanan di daxuyaniya xwe bal bire ser dewra hêzên navneteweyî û hizbên Başûr jî û wiha dewam kir: "Ev êriş bi razîbûna hêzên navxweyî û navneteweyî pêk tên. Çawa li Helebceya Şehîd û Serdeştê bi çekên kîmyewî êrişî Kurdistanê kirin, bi heman awayî li Mamreşo li Avaşînê jî li dijî gerîlayên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîn.
Ya cihê xemginiyê ew e ku li Başûrê Kurdistanê hinek partiyên siyasî, ji ber berjewendiyên xwe yên aborî heta niha jî li hemberî dagirkeriyê bêdengiya xwe diparêzin. Di televziyonan de weke ku ti êriş û şer nînin, didin nîşan. Dibêjin, ev şer, şerê PKK’ê û Tirkiyeyê ye, divê xelkê me baş bizane, piştî dagirkirina Zap, Metîna û Avaşîn wê yekser Tirkiye berê xwe bide Qendîlê ku keleha Kurdan e. Wê piştre berê xwe bide Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê jî dagir bike."
Xewna dijmin a pîs wê pêk neyê
Agir Raperîn da zanîn ku wan biryar daye li kêleka gerîla şerê dagirkeran bikin: "Em weke komek ciwanên Başûrê Kurdistanê, me biryar da ku em helwêsta xwe ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst nîşan bidin. Rêxistina Ciwanên Apoyî li her çar parçeyên Kurdistanê (Komeleya Ciwanan) li dijî dagirkeriya Tirk bang li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê kiribû. Ji bo ku li hemberî vî şerî rawestin, wê bang kir. Em jî banga Komeleyên ciwan silav dikin û biyar didin ku em ê mil bidin milê gerîlayên Kurdistanê û li dijî dijmin şer bikin. Em ê nehêlin xewna dijmin ya pîs pêk were.”
Ciwanan piştî daxuyaniyê dirûşmeya "Werin Cenga Azadiyê" û "Bijî berxwedana gerîla" gotin.
SILÊMANÎ