• Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûs a ser bi Rihayê, êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûs a ser bi Rihayê, êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî filitî. Ji bo girtina kujeran û dadgehkirina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta malbatê, di roja 362’an de dewam kir. 

Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeta wan a edaletê salekê li pey xwe dihêle û got, “Banga min li her kesî ye ku edaletê dixwaze; di 9’ê Adarê de bên ber deriyê Edliyeya Rihayê.”

Ferît Şenyaşar da zanîn ku di 9’ê Adarê roja çarşemê de dê çalakiya wan saleke xwe temam bike: “Dema çalakiyê dest pê kir, em tenê du kes bûn. Lê doza me niha veguherî doza cemaweriyê. Her kes xwedî li nobetê derdikeve. Banga me li parastvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê ew e ku di 9’ê Adarê roja çarşemê de werin pêşiya Edliyeya Rihayê û bi me re Nobeta Edaletê bigirin. Tenê rojek jî be, em dixwazin ku vê nobetê bi her kesî re bigirin. Bila her kes were û li pêşiya edliyeyê rûne. Bila bibînin bê ka em zehmetiyên çawa dikişînin.

Çalakiya me, li dîrokê tê nivîsandin. Yên ku dixwazin bibin şahidê vê dîrokê, banga me ew e ku di 9’ê Adarê de li pêşiya edliyeyê bin.” 

 ‘4 sal in di hucreyê de ye’ 

Di dewamê de jî Şenyaşar got, “Bizava me birayan a ji bo parastina jiyana xwe ya li kargehê, dikeve ber mafê parastina rewa. Lê tevî vê jî li birayê min (Fadil Şenyaşar) 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birrîn. Ev 4 sal in jî di hucreyê de tê ragirtin. Heke darazeke adilane hebûya, birayê min niha ne di hepsê de bû. Em dixwazin ku were berdan. Li pêş çavên bi sedan karmendên cemaweriyê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hate kirin. Lê ev 4 sal in biryara nepeniyê ya li ser dosyayê nehatiye rakirin. Daxwaza me ya maf, hiqûq û edaletê dê heta dawiyê bidome.” Yadê Emîne Şenyaşar jî bang li her kesî kir da ku çarşemê tev li çalakiya wan bibin.

RIHA