Werin bi hewara Germiyanê ve

Çarşem 13 Nîsan 2022 - 22:18

  • Îdareya Germiyanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, li Herêma Germiyanê hişkesalî ragihand.

Îdareya Germiyanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, li Herêma Germiyanê hişkesalî ragihand. Îdareyê bang li rêxistinên navneteweyî jî kir da ku bi hewara herêma wan ve werin. Wê wek sedem jî got; “Ji ber ku bandora hişkesaliya îsal, ji sala par girantir e.”

Berpirsên Îdareya Germiyanê li ser hişkesaliyê civiyan û piştî civînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê îsal jî weke par, li Îdareya Germiyanê hişkesalî hate ragihandin.

Rêveberê Îdareya Germiyanê, Celal Nurî di daxuyaniya çapemeniyê de got, “Li gorî lêkolîn û rapora rêveberiya Çandiniyê ya Germiyanê û aliyên peywendîdar, em radigihînin ku îsal jî weke par li herêma me hişkesalî heye. Hişkesaliya îsal a li Germiyanê wê ji ya par girantir be. Ew ê ziyanê bigihîme 135 hezar donum zeviyên çandiniyê. Ji bo vê, li herêma me wê xwedîkirina sewalan gelekî zehmet be.”

Celal Nurî di dewamê de got, ew ê bi aliyên peywendîdar re raporekê amade bikin û ji Hikûmeta Herêmê bixwazin, zû û bi lez budceyekê ji bo Germiyanê veqetîne. Celal Nurî bang li saziyên navneteweyî jî kir da ku bi hewara Germiyanê ve bên û bi hev re li ber qeyranê xwe bigirin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiyê yê Germiyanê, Sîrwan Mihemed jî derbarê bandora hişkesaliyê li ser tendirustiya welatiyan got, “Ji ber hişkesaliyê, îsal metirsiya belavbûna gelek nexweşiyan heye. Zikçuyîn û taya giran jî ji van nexweşiyan in.”  

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.