‘Werin ber Edliyeya Rihayê’

În 3 Kanûn 2021 - 23:42

  • Malbata Şenyaşar ev 271 roj in nobeta xwe ya "Edaletê" didomîne. Malbatê doh got, “Ji bo piştevaniyê, em li bendê ne ku her kes were pêş Edliyeya Rihayê.”

Malbata Şenyaşar ev 271 roj in nobeta xwe ya "Edaletê" didomîne. Malbatê doh got, “Ji bo piştevaniyê, em li bendê ne ku her kes were pêş Edliyeya Rihayê.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 271’ê de didome. Malbata Şenyaşar doh jî ji navçeya Pirsûsê berê xwe da pêş edliyeyê û çalakiya xwe ya nobetê dewam kir. 

Ferît Şenyaşar derbarê nobetê de got, “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş edliyeyê îro (doh) 9 meh li pey xwe hiştin. Her kes baş dizane ku li Edliyeya Rihayê bi awayekî eşkere bêhiqûqî, bêedaletî tê kirin. Kesên li Tirkiyeyê qala bêedaletî û bêhiqûqiyê bikin, bila werin 10 deqîqeyan li pêş Edliyeya Rihayê bisekinin. Bibînin ka zilmeke çawa tê kirin û bêhiqûqiyeke çawa heye. Ji bo piştevaniyê em li bendê ne ku her kes were vê derê.”

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.