- Weşanên Lîsê dibêje, ev projeya wergerê balê dibe ser çalakiya wergerê û hem sînorê vegotina wergerê hem jî sînorê zimanê lê tê wergerandin, berfirehtir û nermtir dike.
Wêjegeh Amed a ku bi hevkariya Weşanên Lîsê ava bû, di çarçoveya projeya “Girava Wergerê” de, li ser bingehê xebatên wergerê yên Weşanxaneya Lîsê ji bo bipêşveçûna Kurdî, projeyan dimeşîne. Weşanên Lîsê herî dawî sê pirtûk wergerandin Kurmanciyê.
Weşanên Lîsê, bi projeya “Girava Wergerê” sê pirtûkên din wergerandin Kurmanciyê. Ji Elmanî, romana Herta Muller ya bi navê ”Dilajal” (Hertzier) bi wergera Hesen Ildiz, ji Ingilîzî romana Ali Smith ya bi navê “Hotel Dinya” (Hotel World) bi wergera Samî Hêzil û ji Swêdî jî romana Kerstin Ekman ya bi navê “Kûçik” (Hunden) bi wergera Salih Agir Qoserî digihîje ber destê nivîskar û xwendevanên Kurmanciyê.
Çêja wêjeyî di nav zimanan de çêdike
Weşanên Lîsê bi vê projeya xwe destnîşan dike ku wê “li ser pêwendiya di navbera yê mirov e û yê nemirov e de heyî, xebatên eko-rexneyî” bi pêş xistine. Her wiha ew dibêje, ku ev projeya wergerê, balê dibe ser çalakiya wergerê û hem sînorê vegotina ku tê wergerandin hem jî sînorê zimanê ku lê tê wergerandin berfirehtir û nermtir dike.
Weşanên Lîsê di dewama danasîna projeyê de dibêje, “Bi aliyê xwe yê ku çêja wêjeyî di nav çand û zimanan de çêdike û zerengiya honandinê ya perspektîfa eko-rexneyî dike para yê nemirov jî û bi vî awayî edebiyatê derbasî wêdetirê jîndarbûnê dike û dixwaze bila aliyê wî yê etîk re were fikirandin.”
Perspektîfa eko-rexneyê dê bikeve rojevê
Piştî temambûna karê wergerê, bi werger û nivîskaran re gotûbêj wê bên kirin; di van gotûbêjan demajoya wergarandinê û derfetên eko-rexneyê yên li ser romanan bên nirxandin. Weşanên Lîsê pirtûkên her sê nivîskarên jin, tev li beşa wergerê ya Weşanxaneya Lîsê ya bi navê “Pirtûkaneya Cervantes” dike. Yek ji armancên Lîsê ew e ku bi van xebatên wergerê perspektîfeke eko-rexneyî ava bibe; “Bi saya van pirtûkan derfet çêdibe da ku digel gengeşeyên li ser wêjeya Kurdî tê kirin, perspektîfa eko-rexneyî jî têkeve rojevê.”
Dilajal (Herta Müller)
Herta Müller, di romana xwe ya bi navê Dilajal ku di sala 1994’an de weşiya, li Romanyayê û di dema Çavuşeskoyî de, çîrokên karakterên ku endamên hindikahiya Elman in û di nav rejîmên zordest de rojên têr trawmatîk diqedînin, vedibêje. Roman bi wan dijberiyan hatiye hûnandin ku malbat û dewlet bi hev re çêdikin. Û bi wan zimanan re muhasebeyekê dike ku keysa hebûnê nadin çand û zimanên din. Pexşana helbestî ya Müller, digel ku ne mimkun e trawma û ezmûna şahîdiyê ya ku nifşek vediguhêze nifşa din, were rabihurtin, bi metaforên ekolojîk yên balkêş dikude ku zorê didin bendên hişûbîr û bedenê.
Hotel Dinya (Ali Smith)
Ali Smith, di romana xwe ya bi navê Hotel Dinya de ku di sala 2001’ê de weşiya, çîroka pênc jinan vedibêje ku di menzel û demên ji hev cuda yên otêlên zincîreyî yê gerdûnî de asê mane. Ji berevajiya seqaya otêlê ku serdest e û her tiştî dike wekî hev, Smith hişûbîra bêdeng ya şûngehê ji hev vedike û dike ku bedenên nexuya, xuya bikin. Tekst, ji xwendevanên xwe dixwaze bila hay ji kitekitên hûr ku xwe li bedenên îzolekirî lefandine û hay ji pêwendiya xurt ya di navbera kitekitan de hebin. Hotel Dinya, ji bo dibetiya başbûneke ku şîngirtinê vediguherîne, ji cihekî nêz ve bi konteksta ekolojiya sosyalî ve dipeyive ji ber ku ramana eko-rexneyî li ser zimên hûr dibe da ku karibe etîka vekirina deriyên çîrokên me yên bergewdebûyî bo çîrokên hevreng jî ava bike.
Kûçik (Kerstin Ekman)
Kerstin Ekman, di romana xwe de ya ku di sala 1986’an de weşiya, behsa daristanekê dike ku cewrikekî di wê dibistanê re rê li xwe winda kiriye û ha dibîne ku di wê daristanê de ye. Ekman, digel cewrikî, di bêserûberiya daristanê û li ber bayê çiyayên berflêkirî, her cure dîmen û pevleqînên ku li derûdorê çêdibin, dadirijîne ser kaxizê. Em di tekstê û di dema bêserûbiniya daristanê de, qilqilînê, nepeniyê û kifşkirinê digel hev hîs dikin.
Roman, li ser hîma lêhêçandin û hilxelitînê hatiye hûnandin û şayesandineke kubar e; û bi poetîkayên ku li ser ekolojiya kûr û li ser diyardeyên dîtir disekinin re li hev dike.
AMED