ABÎD KAR
ROJNEWS/HELEBCE

Wêneyên kîmyabarana Helebce yên ku hate niha nehatin nîşandan, li Helebce di pêşangehekê de hatin nîşandan.
Li Abîdeya Helebceyê 40 wêneyên kîmyabarana Helebce yên 4 wênegirên Îranî ku 34 ji wan cara yekê ye tên nîşandan, di pêşangehekê de hatin nîşandan.

Rêveberê Abîdeya Helebce, Serxêl Xefar got, “Îro (doh) em vegeriyan rastiya sûcê mezin ê kîmyabarana Helebce. Ev roj wê ti caran ji bîr neçin.”

Yek ji wênegiran Murteza Şebanî behsa kêliyên girtina wêneyan kir: “Em ji Îranê ji bo girtina wêneyan û belgekirina kîmyabaranê hatibûn Helebce. Ew kesên ku di kîmyabaranê de jiyana xwe ji dest dayîn, me dîtin. Me êş dikşand, weke zarokên min bin. Hest û soz li ser me serdest bû, min nedikarî zêde wêneyan bigirim. Min tenê çend wêne girtin, heta niha qet nehatine parvekirin.”

Di kîmyabaana Helebce ya 16’ê Adara 1988’an de 5 hezar kes di cih de şehîd bûbûn.