- “Li ser klavyeya daktîloyê bi gelemperî 43 tûş hene. Ez bi saya van tûşan li ser kaxezan dikarim sî çêbikim û teşe bidim wêneyên xwe. Bi tîpan û hejmaran û her wiha bi xalan vî karî dibim serî û bikaranîna tûşan kelecanê bi min re çêdike.”
Serdema teknolojiyê her roj tiştek nû bi xwe re tîne û tiştên kevn jî li ber yên nû nikarin li ber xwe bidin. Wextekî her kesekî nikaribû daktîloyekê bikarbîne an jî bibe xwedî daktîloyekê ji ber biha bûn û zû bi zû nedihatin bidestxistin. Bi derketina kompîturan daktîlo bi carekê ji holê rabûn û hatin jibîrkirin. Niha hema bêje tenê ji bo xemla malan an jî cafeyan hene. Lê hunermendê Ingilîz James Cook (23 sal) ku xwedî afirîneriyeke balkêş e, daktîloyan bi armanceke din bikartîne. Ew bi rêya vê teknolojiya kevn wêneyan çêdike. Belê we şaş nexwend, ew bi tûşên klavyeyê ango daktîloyên kevn yên ku êdî kes ew bikarnayîne portre û menzereyan çêdike.
James Cook bi van wêneyên xwe gotina “Wêneyek bedelê hezar hevokî ye!” tîne bîra mirov. Ew ji dêvla bi van daktîloyan nivîsan binivîse, wêneyan çêdike. Ew bi kombînasyonên tûşên klavyeya li ser daktîloyê dilîze û daktîloyan di şûna firçeyê de bikartîne. Ji dêvla firçeyê tûşên daktîloyê dibin zimanê hunera wî û ew bi vê rêbaza balkêş portre û menzereyan xêz dike. James Cook ev rêbaz bêhtir pêşda biriye û ji bo weneyekî çêbike dikare sê an jî çar daktîlo bi hevre bişixulîne û wêneyên mezin jî çêbike bi daktîloyan.
Ji Paul Smith feyzê digire
Ji bo ev kar hîn bibe James Cook 6 salên xwe bi van daktîloyan re derbas dike û di dawiyê de bi tîpan, hejmaran û xalên li ser klavyeya daktîloyê ev wêneyên balkêş derdixe holê. James Cook dibêje, “Xebatên min ji Paul Smithê Emerîkî yê ku nexweşiya ‘serebral palsi’ pê re heye îlhamê digirin. Rewşa wî ji ber nexweşiyê pir hesas bû, kontrola wî têk çûbû û ji ber ew nikaribû destên xwe bi rehetî bikarbîne afirîneriya wî jî kêm dibû. Lê Paul Smith, daktîlo kifş kir û daktîlo kir ku ew dîsa kontrolê bidest bixe û berheman çêke. Beriya her tiştî ew ji bo karê min bû îlham û bi saya wî min dest bi vî karî kir û wêneyan çêkir.” Paul Smith wek hunermendê daktîloyê tê naskirin. Ji ber nexweşiya xwe ew nikaribû qelemê bigire û bi qelemê wêneyan çêbike. Ji ber van sedeman ew jî ev rêbaz dîtibû û bi qasî 70 sal bi daktîloyê wêneyan çêkiribû. Paul Smith 85 salî bû rehmet kir. James Cook jî ji hunera wî feyzê digire û bi daktîloyên kevn ev huner dewam dike.
Tûşên daktîloyê min kelacanî dikin
James Cook, çi daktîloyên nû û çi jî yên kevn ew bi qasî 30-40 daktîlo kom dike. Ji dêvla palet û boyaxên rengo rengo ew daktîloyan berhev dike û tenê wêneyên reş û spî çêdike. Hibr û tûşên klavyeya daktîloyan besî wî ne. Ew piranî kesên navdar, sewalên kedîkirî, portre û bi xêzên mîmarî re mijûl e. Jixwe James Cook di heman demê de mîmar e û ji vî karî jî pirr hez dike.
James Cook dibêje, “Li ser klavyeya daktîloyê bi gelemperî 43 tûş hene. Ez bi saya van tûşan li ser kaxezan dikarim sî çêbikim û teşe bidim wêneyên xwe. Bi tîpan û hejmaran û her wiha bi xalan, vî karî dibim serî û bikaranîna tûşan kelecanê bi min re çêdike.” James Cook tenê di hundir de naxebite, gava ew ji hundir aciz dibe radihije daktîloya xwe diçe li derve dixebite. Li derve gava li ciyekî rûdinê û tiştên li xweşa wî herin ber bi çavên wî bikevin wan tiştan xêz dike. Nexasim jî ji ber ku ew mîmar e, avahiyên kevn pirr bala wî dikişînin û ew van avahiyan bi daktîloya xwe xêz dike.
Perspektîf bikar tîne
Piştî nexweşiya pandemiyê James Cook berê xwe dide nav xwezayê û li navçeya Essex bi cî dibe û li wir karê xwe didomîne. Ew li vir bi daktîloya xwe bêhtir avahiyên kevn yên klasîk xêz dike.
James Cook dibêje ji bo wêneyekî ew bi qasî 15 û 30 saetan dixebite. Ji bo karibe perçeyên wêneyên xwe temam bike carna çend saetên wî diçin lê bi gelemperî ji bo berhemek derbixe rojek an jî du rojên wî diçin. James Cook dibêje, “Dibe ku xebatên min hêsan û besît werin xuyanê lê ez jî serê xwe bi perspektîfê re diêşînim û perspektîfê bikartînim. Her wiha ez jî li gor xwe hin tiştan eşkere nakim û veşartî dihêlim ev jî dike ku bîner çavdêriyên baş bikin derbarê wêneyên min de. Hin xebatên min hene tenê mirov dikarin ji nêz de hin tiştan ferq bikin. Bi vî awayî ez peyamên veşartî bi cî dikim di wêneyên xwe de. Ev jî dike ku bêhtir balê bikişîne.”
James Cook di nav vê mehê (Tîrmeh) de li “Wonky Wheel Gallery” pêşangehek vekir. Kesên bixwazin xebatên James Cook bişopînin an jî bibînin dikarin malpera wî ziyaret bikin. Her wiha dikarin ji ser hesabê wî yê Instagramê jî karên wî bişopînin.
NAVENDA NÛÇEYAN