Salvegera 9'an a Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li çar aliyên cîhanê tê pîrozkirin.

Ev hefteyeke li her devera Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî û çalakî tên lidarxistin. Pîrozbahiya fînalê doh li bajarê Qamişloyê li Stada 12'ê Adarê pêk hat.

Bi beşdariya pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Asûrî û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser pîrozbahiyeke bi coş hate lidarxistin.

ANF/QAMIŞLO