Wêneyên bi qasî dîwarekî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Tebax 2022 - 21:03

  • Rijksmuseum ya li paytexta Holandayê Amsterdamê, di pêşangeha bi navê “XXL Paper” de resmên mezin nîşan dide.

Rijksmuseum ya li paytexta Holandayê Amsterdamê, di pêşangeha bi navê “XXL Paper” de resmên mezin nîşan dide. Ev resmên mezin ku bi zorê li ser dîwarên muzexaneyê bi cih dibin, dê heta 4’ê Îlonê li muzexaneyê bin.  Di nav berhemên pêşangehê de “Reuzen-Cyclorama” ku 23 metreyan dirêj e jî heye. Ev berhem ji bo Heinrich Heyl û Gebroeders Borgmann hatiye çêkirin. Berhemeke din ya ku 16 metreyan dirêj û bi zeliqandina 30 kaxizan hatiye çêkirin jî behsa cenazeyê Frederick Henry yê sala 1647’an dike. Di pêşangehê de 27 resmên mezin dê werin nîşandan. Hin ji van resman beriya niha li ti deverê nehatine nîşandan.  Kuratorê pêşangehê Maud van Suylen giringiya pêşangehê wiha rave dike, “Veşartina resmên piçûk ji yên mezin hêsantir e. Her wiha resmên piçûk wek yên mezin, zû bi zû zirar li wan nabe.”

AMSTERDAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.