Çiyayê Merapî yê li Îndonezyayê ji sedsala 16’an û heta îro her tim bi rêk û pêk diteqe û ji keviyên wî lav dirijin tên jêrê. Ew çiyayekî agirî ye yanî volkanek e. Ji ber ku ew tim diteqe û çiyayekî agirî ye, navekî din yê Çiyayê Merapî jî “Çiyayê Agir” e. Ji ber ku çiyayekî çalak e û her tim diteqe bala wênegiran jî dikişîne û wênegiran heta niha gelek wêneyên Çiyayê Merapî girtine. 

Wênegir Gunarto Song, vê carê wêneyekî taybet yê Çiyayê Merapî girtiye. Dema stêrk dixurice û ber bi çiya ve tê, ew pê li bişkoka deklanşorê dike û wêneyekî serketî digire. Song bi lez tevdigere û di nav çar çirkan de vî wêneyî qeyd dike.   

Stêrka dixurice û dikeve ser serê Çiyayê Merapi yê ji agir dîmenekî balkêş derdixe holê. 

NAVENDA NÛÇEYAN