- Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê xêzkar Zilan O, de bi îdîaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê xêzkar Zilan O, de bi îdîaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" lêpirsîn da destpêkirin.
Lêpirsîn bi dawî bû û îdîaname hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê a Duyemîn îdîaname qebûl kir.
Dozgeriyê di îdîanameyê de ji bo Zîlanê ji 2 salan heta 5 salan cezayê hepsê xwest. Balkêş e ku dozgeriyê derbarê du parvekirinên Zîlanê yên li ser medya dîjîtal de nirxandin kiriye û xwestiye ceza were zêdekirin.
Zîlan, fîgûreke jina Zapatîsta û wêneyekî çekdarî yê jineke Êzdî ku pitik li ber dilê wê ye li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiriye. Dozgeriyê ev wêne wek sûc dîtiye. Dozgeriyê ev wêneyê Zîlanê parvekirî, wek wêneyekî "Rêxistina PKK û KCK'ê" pênase kiriye û nirxandiye. Her wiha Zîlanê wêneyekî jina Êzdî ku zarok di hembêza wê de ye û çek di destê wê de ye jî parve kiriye.
Dozger vî wêneyê wê jî wek jineke "PKK'yî" dîtiye û wisa nirxandiye.
MA/MÊRDÎN