Welatparêzekî endamê MÎT´ê kuşt

Pêncşem 12 Cotmeh 2023 - 16:41

  • Li bajarokê Sengeser ê ser bi Raperîna Başûrê Kurdistanê, welatparêzekî Kurd, endamê MÎT´a Tirk ê qatil ê ku hewl da wî qetil bike, kuşt. Welatparêzê di êrişê de birîndar bûyî tê dermankirin, lê wî dermanê qatilê dewleta Tirk jî dayê.  

Li bajarokê Sengeser, li Başûrê Kurdistanê, welatparêzê Kurd I.E. pêr berêvarê xwe ji êrişa qatilekî MÎT´a Tirk parast û êrişkarê dewleta Tirk kuşt. Di hewldana reşkujiyê de welatparêzê Kurd jî birîndar bû û ew li nexweşxaneyê tê dermankirin. Ji ber ku xwîn gelek jê çû, xwîn jî dan welatparêzê birîndar. Bi vê helwêsta xwe welatparêzê Kurd nîşan da ku xweparastin ji çerxên herî xurt e li dijî reşkujiyên dewleta Tirk.

Li aliyê din agahiyên nasnameya êrişkarê pêr gihişte ber destê ajansa nûçeyan Rojnewsê.

Pêr berêvarê li bajarokê Sengeser ê ser bi navçeya Pişder ya li Îdareya Serbixwe Raperînê ya ser bi Parêzgeha Silêmaniyê qatilekî ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li ser motorbisîkletê û bi çekê êrişî welatiyê Başûrê Kurdistanê yê welatparêz I.E. kir. 

 

Bersiva qatilan da

Hate zanîn ku welatiyê ji Başûrê Kurdistanê I.E. bersiva êrişkar da û di encamê de êrişkar hate kuştin û hevkarê wî yê pê re di kêliya bûyerê de reviya ye. Welatiyê Kurd jî birîndar bû û ew rakirine Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê.

Li gorî agahiyên bi destê ajansa nûçeyan RojNewsê ketine, kesê hatiye kuştin, endamê MÎT’a Tirk e û hevkarekê wî jî di kêliya êrişê de pê re bû, lê di dema bersivdana welatiyê Kurd de reviya û heta niha jî nehatiye girtin.

Li gorî agahiyên şahidan, kesê duyem ê bi qatil re jî di bersivdana welatparêzî de birîndar bûye, lê dîsa jî kariye ji deverê bi motorbisîklêtê bireve. 

 

Endamê MÎT´ê Demiryurek hat kuştin

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet bi dest Rojnews’ê ketine, endamê MÎT’ê yê ku êrişê welatiyê Kurd yê ji Başûrê Kurdistanê kir, kesê bi navê Sînan Demiryurek e. Ev kes ji bajarê Tirkiyeyê Tokatê ye. Êrişkarê endamê MÎT’ê Sinan Demiryurek ji sala 2019’ab ve li Başûrê Kurdistanê ye û li bajarê Silêmaniyê dijî.

Nûçegihanê ajansa RojNewsê têkildarî bûyerê peywendî bi Rêveberiya Polês û Rêveberiya Asayişa deverê re danîne, lê wan diyar kiriye ku haya wan ji bûyerê tineye û heta wê kêliyê jî ti daxuyaniyên fermî di derbarê bûyerê de nedane.

Welatparêzê Kurd yê bi navê I.E. ku di encama bûyerê de bi du guleyan birîndar bû, û ew rakirine Nexweşxaneya Şar ya bajarê Silêmaniyê. Ji ber ku gelek xwîn jê çûbû xwîn li vir dan welatparêzê Kurd.

SILÊMANÎ

 

Sîxur bi wesaîtên PDK´ê digerin

Serokê Hizba Kilpe (Pêta agir) a Niştîmaniya Kurdistanê, Karox Seyîd Rizgar derbarê hatinçûyîna endamên MÎT a Tirk a li nava bajarên Başûrê Kurdistanê agahiyên nû dan Rojnewsê û got, MÎT a Tirk bi wesayîtên berpirsên PDK’ê li nav bajarên Hewlêr û Kerkûkê digerin. Karox Seyîd Rizgar eşkere kir ku PDK vî karî ji bo destnîşankirina cihên aliyên siyasî û azadîxwazan ji bo dewleta Tirk a dagirker dike.

Karox Seyîd Rizgar qala qewmîneke metirsîdar kir û got, “Di egera her bûyera nexwestî de, Tirkiye pîlan dike ku hêzên xwe ji Bamerniyê bêne Kerkûkê û vî bajarî dagir bike. Erdogan ev yek veneşartiye û rasterast dibêje, Kerkûk ya Tirkmenan e.”

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.