Welatparêzê rasteqîn û wêrek

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 31 Adar 2025 - 00:50

  • 7. Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bi dirûşma 'Welatparêzê rasteqîn hurmendekî wêrek e' tê lidarxistin.

Bi organîzekirina Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Komîna Şanoyê, bi dirûşma 'Welatparêzê rasteqîn hunermendekî wêrek e", 7. Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê hat destpê dike. Navê Mihrîcanê îsal hate guhertin û ji bo bîranîna Bavê Teyar navê 'Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol û Şehîd Bavê Teyar' tê lidarxistin. Çalakiyên Mihrîcanê wê di 5'ê Nîsanê de destpê bikin û heta 12'ê Nîsanê dewam bikin. Navenda TEV-ÇAND'ê wê malovaniyê ji çalakiyan re bike. Di vê Mihrîcanê de bi sedan kesayet, rewşenbîr, derhêner, şanoger, stranbêj û hwd. wê amade bin. Her wiha gelek şano jî wê bêne pêşkêşkirin û her sal jî şanoyek taybet li ser jiyana Şehîd Yekta Herekol tê pêşkêşkirin. Di heman demê de gelek çalakiyên hunerî di vê mihrîcanê de tên lidarxistin. 

Dilxwazên çand û hunerê hestên xwe yên ji bo mihrîcanê ji ANF'ê re vegotin.

Kêfxweşiya me pir mezin e

Ji amadekarên mihrîcanê şanoger Şakir Hiso got: "Her sal em berî mihrîcanê bi demek dirêj hazirtiyan dikin û xwe ji bo vê mihrîcanê amade dikin. Kêfxweşî û hestên me li hember vê mihrîcanê pir mezin e. Hin mêvanên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê jî tevlî vê Mihrîcanê dibin." Şakir da zanîn ku ew di nav xwe de gelek komîteyan amade dikin ji bo ku mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bi serketî were lidar xistin û got:"Mihrîcana vê salê rastî jî ji salên berê cûdatir e ji ber ku em di nav şer û berxwedanê de van çalakiyan lidar dixin. Bi taybetî ku ev mihrîcan bi navê Şehîdê nemir Bavê Teyar e. Hêviya me jî ew e ku gelê me di 5'ê Nîsanê de bi girseyî tevlî mihrîcanê bibe."

Bavê Teyar rengê mîhrîcanê ye

Nesma Elyas di destpêka axaftina xwe diyar kir ku Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol ji xweştirîn mihrîcanên di salê de tê lidarxistin û got:"Hestê me li hember vê mihrîcanê cûda ye, ji ber ku em li ser dika şanoyê xwe dibînin. Di heman demê de gel bi tevahî li benda vê mihrîcanê ye. Lê rastî jî mihrîcana vê salê cûda ye, ji ber ku bi navê du şanogerên zîrek û mamosteyê şanogeran Şehîd Yekta Herekol û Şehîdê nemir Bavê Teyar tê lidarxistin." Nesma Elyas ev roj li hemû hezkiriyên hunerê û şanoyê pîroz kir û wiha pêl da axaftina xwe: "Her sal di 27‘ê Adarê de ev mihrîcan tê lidar xistin û em bi kelecan li bendê ne." Nesma Elyas wiha axaftina xwe dawî kir û got:"Em wek jin pêwîste her roj hêza xwe di hunerê de xurtir bikin û mîrateya ku şanogerên me re hiştin pêwîste em bişopînin. Banga min ji bo her kesî ku tevlî mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bibe û rastiya şanoyên jiyanê guhdar bikin."

ANF/BÎSAN RESÛL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.