• Li navçeya Kelar a Germiyanê ji ber elektrîkê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Kelar a Germiyanê ji ber elektrîkê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Rêveberiya Polêsên Germiyanê, bi daxuyaniyekê ragihand ku doh danê sibehê, welatiyek li taxa Raperîn a navçeya Kelarê ji ber ku elektrîkê ew gritiye, miriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, navê kesê jiyana xwe ji dest dayî Bekir Samir Hisên e û ji bo lêkolînê cenazeyê wî şandine tiba edlî ya Kelarê.

ROJNEWS/GERMIYAN