Welatê zimanên dayikê

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 01:04

  • Li Kantona Qamişloyê Roja Zimanê dayikê ya cîhanê bi çalakiyên cihê li tevahiya navçeyan hat bibîranîn. Di çalakiyan de peyama “ziman parçeyek ji hebûna me ye” hat dayîn.

Li Rojavayê Kurdistanê, nexasim li Kantona Qamişloyê, gelek ziman tên peyivîn. Ji bo covakên bi van zimanan dipeyivin, Şoreşa Rojava pêşî bû hêvî û niha bûye stareke bê nimûne ya ewlehiya zimanên wan. Bi rasthatina 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, li seranserê Qamişloyê bi boneya rojê çalakî hatin lidarxistin.

AMÛDÊ: Li Amûdê bi beşdariya bi sedan xwendekar, mamoste, endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr meşek hat lidarxistin.

Meş ji Qada Şehîd Cîhad dest pê kir û li Qada Jina Azad a li têketina navçeyê veguherî mîtîngê. Li wir xwendekar Sîpan Îsa bi zimanê Kurdî û xwendekar Lorîn Remo bi Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe re pergala perwerdeyê ya demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmê re anî û piştgiriyê didin taybetmendiyên perwerdeyê yên her pêkhateyekê da ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

 

QAMIŞLO: Li Zanîngeha Rojava bi navê "Rewşa zimanê kurdî di Zanîngeha Rojava de, di navbera astengî û planên bipêşveçûnê de" rêzesemîner hatin lidarxistin.

Pisporên zimanê Kurdî yên ji Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê online beşdarî semînerê bûn.

 

TIRBESPIYÊ: Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek li Dibistana Şehîd Ronak da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê xwendekara bi navê Hêlîn Silêman û bi zimanê Erebî ji aliyê xwendekarê bi navê Kîwan Kenan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hat pîrozkirin û hate gotin: "Ziman nasname ye û girêdana di navbera dema îro, paşeroj û siberojê de ye."

 

ÇILAXA: Li navçeya Çilaxa jî daxuyaniyek li ber avahiya Rêveberiya Dibistanan hate dayîn.

Xwendekara bi navê Newroz Hisên daxuyanî xwend. Newroz Hisên bal kişand bi ser rola Rêveberiya Xweser di parastina zimanên pêkhateyên herêmê de.

TIL BIRAK: Navenda Perwerdeyê ya navçeya Til Birakê jî bi heman boneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de banga hevgirtinê û xwedîderketina li zimanê dayikê li gelan hate kirin.

 

TIL HEMÎS: Bi dehan xwendekar li pêşiya Meclîsa Navçeya Til Hemîsê kom bûn û daxuyaniyek dan. Xwendekarê bi navê Omer Ebdurehman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, ziman nasnameya civakî ya neteweyan ava dike û hat gotin: “Hêzên mêtinger hewl didin ziman û nasnameyê tune bikin. Dewletên çavnebar şerê zimanan dikin da ku peywendiya di navbera ferdên civakê de qut bikin û mirovan ji koka wan dûr bixin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.