‘Welatê me difiroşin’

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Lukas Rachbauer ê ji bajarê Awusturyayê Schildornerê, meha bihurî bi delagasyoneke 19 kesî re çû Başûrê Kurdistanê. Ew li wir bi gerîlayên Kurdistanê re jî peyivîn.

Lukas Rachbauer ê ji bajarê Awusturyayê Schildornerê, meha bihurî bi delagasyoneke 19 kesî re çû Başûrê Kurdistanê. Ew li wir bi gerîlayên Kurdistanê re jî peyivîn. Wî li ser vê serdana delegasyonê meqaleyek ji rojnameyan re şand. Hin rojnameyan jî ew belav kir. 

Di gotara xwe de ew dibêje, “Deqçêker ê bi nasnavê Vampire li Silêmaniyê ji me re got, ´Welatê min difiroşin. Dewleta Tirk li dijî me Kurdan şerekî dike. Çima? Ji ber ku dixwaze neft û gaza Kurdistanê bigihînin we.´ û rewşê tam îfade dike. Di vî şerî de … li gorî nûçeyan dewleta Tirk gaza bijehr jî bi kar tîne. Li gorî agahiyên fermî yên dewleta Tirk, derdê Tirkiyeyê qaşo berjewendiyên ewlekariya wê ne.

Mêvandarên min fikra xwe dibêjin: Derdê Tirkiyeyê ew e ku mekanê desthilata xwe fereh bike û bigihine heta bi bajarê neftê Kerkûkê.

Dewleta Tirk bi ser de jî ragihand ku ew ê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî dest bi êrişeke din a dagirkeriyê bike. …

Rejîma Tirk bi xwe, nexasim piştî şerê Ukraynayê veguherî hevalekî Ewrûpayê yê dtratejîk di warê meseleyên enerjî û koçberiyê de.

Beramberî vê dewleta Tirk dixwaze tevgera azadiyê ya Kurd li Ewrûpayê weke rêxistina terorê bikeve ber taqîba edlî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.