Wekîlên milet qedexe rûreş kirin
Şemî 17 Nîsan 2021 - 01:27
Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Muazzez Orhan û Mûrat Sarisaç ji bo protestokirina pêkanînê kêfî û qedexeyên sîstematîk ên dewletê yên li bajêr meşiyan.
Kolana Nacîbey a avahiya Rêxistinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê lê ye, careke din ji bo malbatên îdîa dikin ku zarokên wan şandine çiyê, bi bariyeran hat girtin.
HDP’iyan nerazîbûn nîşan da ji girtina kolana avahiya xwe û qedexeya çalakiyan a hezar û 600 rojî ya li bajêr dewam dike.
Komeke ji endamên partiyê ya wekîlên HDP’ê yên Wanê Muazzez Orhan û Mûrat Sarisaç jî di navê de, ji Kolana Huner a li Cadeya Komarê heta ber avahiya Walîtiya Wanê, meşiya.
Wekîlên HDP’ê di meşê de, bê navber nerazîbûna xwe ji qedexeyan û girtina kolana partiya xwe nîşan da. Polîsan piştre dor li HDP’iyan girt. Gava ku me nûçe amade dikir, astengkirina bi destê polêsên dewleta Tirk a dagirker dewam dikir.
WAN