Pincara li rex keleha Wanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 2 Hezîran 2023 - 14:29

Li Wanê bi hatina biharê re nebatên bi şifa li ser sifreyan cihê xwe girt. Ev pincarê ku ji ser sifreyan kêm nabe li ser dezgehan jî cihê xwe girtiye. Pincarên selamask, pirpar, nane, tûzik, tolik, pelhewêz û gelek curayên din eleqeyek mezin dibîne. Jin li qûntarên keleya Wanê ji bo berhevkirina pincarê tên gel hev. Berhevkirina pincar hem dibe wesîleya kêfxweşî û hem jî dibe çavkaniya debarê.

Hatîce Agiş diyar kir ku bi hatina biharê re nebatê bi şîfa jî dertên û da zanîn ku ev nebat ji bo tenduristiya mirovan gelekî baş in: “Em li şûna li malê rûnin, tên vir. Em hem di nav xwezayê de ne û hem jî em pincaran berhev dikin û dibin malên xwe. Em ji bo zivistanê hişk dikin. Tehma wan gelekî xweş e. Em pirpar, pung, gulikê berhev dikin. Ji bo tenduristiya mirovan pirr baş e. Xweza xweş e, roj xweş e. Kêfa mirovan tînin. Her kes tê kom dike. Yên ji bo bêhna xwe berdin jî tên.”

Nebatên bi şîfa

Melek Kariş jî behsa fêdeyên pincarên bi şîfa dike:“Tûzik pirr bi fêde ye. Ji bo nexweşiya qirikê gelek baş e. Ji bo guatirê pirr baş e. Selmask ji bo sererastbûna regilê gelekî baş e. Gezgezk ji bo dil û tansiyonê bi fêde ye. Tolik ji bo madê, pelhewêz ji bo gelek nexweşiyan bi fêde ye. Em bi hevalên xwe re tên vir. Em hem seyranê dikin hem pincaran diçinin û diçin mala xwe.”

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.