Em ê azadiyê misoger bikin

Şemî 22 Nîsan 2023 - 01:29

Navçeya Erdîşê ya Wanê di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Erdîş di her serdemê de bûye hedefa dewletê. Salên dawî bûye keleha Tevgera Azadiyê ya Kurd. Bi nifûsa xwe ya ji 200 hezar kesî yek ji navçeyên herî mezin ên Wanê ye. Zêdeyî 100 hezar hilbijêrên xwe heye. Xelkê Erdîşê ku sed sal in di bin zext û ambargoya dewletê de ye, bêkar û xizan e. Piraniya wan jî ji ber bêkariyê neçar dimînin li metropolên Tirkiyeyê bibin karkerên înşaetê. Ji ber nebûna ewlekariya kar jî her sal zêdeyî 20 ciwanên ji Erdîşê di karê înşaetê de jiyana xwe ji dest didin. Xelkê Erdîşê ji bo ji vê zilm, zordarî û ambargoya dewletê rizgar bibe, di hilbijartinên 14'ê Gulanê de di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de civiya ye.

 

Li Zîlanê tekoşîn dewam dike

Namzeta parlamenteriyê ya Wanê Gulderen Varli ku bi xwe ji Erdîş-Geliyê Zîlanê ye, bi hilbijartinên xwecihî yên 2014'an re li Şaredariya Erdîşê ya HDP'î hevserokatî kir. Ji ber talankariya bi destê qeyûm dawî li wezîfeya wê hate anîn. 

Varli anî ziman ku li xaka Zîlanê ya ku nirxên welatparêziyê lê şîn bû, têkoşîna azadiyê hîn dewam dike û bi bîr xist ku li vê xakê tundiya desthilatdariya mêr û dewletê qet kêm nebû. Varli diyar kir ku wê ji xwe re kiriye wezîfe ji bo tevlî vê têkoşînê bibe.

 

Ji bo ziman û yekîtiyê li meydanê ne

Varli destnîşan kir ku li Wanê ji bo karê zimanê dayikê û yekîtiya neteweyî ew daketine qadê û got;"Bi hişmendî, danhevî û çanda welatparêziyê, bi nasnameya xweser a Kurdan û jinan em ji bo avakirina jiyanekê têdikoşin. Ji bo dawî li polîtîkayên desthilatdariyê bînin ên ku jinan dikuje, qir dike, tune dihesibîne, ji bo jiyaneke bi nasnameya Kurdan bi rêxistin bikin, ez ê têkoşînê bimeşînim."

Gulderen Varli navçeya Erdîşê ya Wanê li herêma Geliyê Zîlan ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Erdîşê qedandin. Di Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê de ji beşa Muhasebeyê ya Dibistana Bilind a Pîşeyî mezûn bû.

ANF/WAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.