Li Wanê bermahiyên komkujiyê

Şemî 1 Nîsan 2023 - 01:37

Di encama kolandina baxçeyê Dibistana Seretayî ya Husrev Paşa ya li ser Cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê de gelek hestiyên mirovan hatin dîtin. Pêr welatiyekî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da û bûyer li ser vê yekê derket holê. Rêveberên ÎHD’ê yên çûn cihê bûyerê, têkildarî hestiyên hatine dayîn girtek amade kirin. Her wiha Baroya Wanê jî li cihê bûyerê lêkolîn kir. Parêzerên Baroya Wanê û ÎHD’ê piştre jî serî li dozgeriyê dan. 

 

Lêpirsîn hate destpêkirin 

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz têkildarî serlêdanê got;’’Dozger hate cihê bûyerê, li hestiyan nihêrî û tevdîrên ewlehiyê girt. Dozgeriyê înşaet da sekinandin û lêpirsînê destpêkir. Ew ê tevahiya hestiyên li qadê bên komkirin û xebat bên destpêkirin. Ew ê devera xefriyat lê tên xalîkirin bê tespîtkirin û lêkolîn were kirin.” 

 

Gelek hestî hatin dîtin

Her wiha li cihê hatiye kolan, gelek hestî hatin dîtin. Hestiyên hatine dîtin, bi qasî 2 metreyan di bin erdê de bûn û li rex hev hatine rêzkirin. Dibistana beriya qederê 50 salan hatiye avakirin û nayê zanîn bê ka berê bi kîjan armancê hatiye bikaranîn. 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.