Avêtina ji helîkopterê piştrast bû
Sêşem 28 Adar 2023 - 16:12
Ji Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bilen xwe gihand îfadeyên leşkeran ên di doza acêtina ji helîkopterê ya Servet Turgut û Osman Şîba de. Îfade piştrast dikin ku Servet Turgut û Osman Şîba bi sax û silametî bûne gava li helîkopterê hatine siwarkirin. Îfade her wiha piştrast dikin ku beriya helîkopter deyne pîstê, leşkeran Servet Turgut û Osman Şîba avêtine xwarê û bi sedan leşkeran jî her du lînç kirine.
Leşkerên Tirk 11´ê Îlonê 2021´ê di dema operasyoneke dagirkeriyê de, Servet Turgut û Osman Şîban li navçeya Wanê Şaxê a Wanê kirin nezaretê. Leşkeran ew li helîkopterê siwar kiribûn û paşê ji helîkopterê avêtibûn xwarê û bi sedan leşkerî jî ew lînç kiribûn. Her du jî bi giranî birîndar bûbûn. Servet Turgut paşê li nexweşxaneyê ji ber birînên xwe 30´î Îlonê canê xwe ji dest dabû.
Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihandiye îfadeyên 40 leşkerên roja operasyonê dagirkeriyê, li cihê bûyerê bûne. Ev îfade 16´ê Îlonê hatine girtin û ji sê beşan pêk tên. Di belgeyan de her wiha îfadeyên leşkerên di opersayonê de cih girtin, yên li pîsta helîkopterê û leşkerên li gel Şîban û Turgut li helîkopterê siwar bûn hene. Hema hema di tevahiya îfadeyan de tê gotin ku Şîban û Turgut bi saxî û silametê li helîkopterê hatine siwarkirin. Li gorî îfadeyên leşkerên li helîkopterê siwar bûn lê li pîstê peya nebûn; Şîban û Turgut avêtine nava bi sedan leşkeran, di wê navberê de rageşî çêbûye, Turgut û Şîban bi giranî birîndar bûne û li naverastê dirêjkirî mane. Anku bi îfadeyan piştrast dibe ku êşkenceyeke giran li wan hatiye kirin. Li gorî îfadeyên sê leşkeran; “Dema helîkopterê li pîstê daniye, her du şexs ketine ‘erdê.’” Bi van îfadeyan, agahiyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên têkildarî bûyera wê rojê hemû hatin piştrastkirin.
Li gorî îfadeyên leşkerên operasyonê jî rewş wiha ye; Turgut û Şîban di bin milên wan de du leşker û bi awayekî saxlem li helîkopterê hatine siwarkirin, li ser dest û rûyê Turgut şopên birînan hebûn lê li ser laşê Şîban ti şopên birînan tine bû. Pirsa esasî jî tam li vê derê dest pê dike; gelo piştî ku Turgut û Şîban li helîkopterê hatin siwarkirin çi qewimî? Bersiva vê pirsê jî di nava rêzikên îfadeyên leşkerên li gel Şîban û Turgut li helîkopterê de siwar bûbûn û di îfadeyên hinek leşkerên li pîsta helîkopterê de xwe dide der.
Li gorî îfadeya leşkerekî li Fermandariya Cendirmeyan a Wanê peywirdar “Dema helîkopter nêz bûye, du şexsên gumanbar ketin erdê.” Ev îfade nîşan dide ku Turgut û Şîban beriya helîkopter deyne pîstê, jê hatine avêtin.
Osman Şîban ji MA´yê repeyivî bû
Wê demê Osman Şîban bi MA´yê re wiha qala bûyerê kiribû: “Piştre em li helîkopterê siwar kirin. Di helîkopterê de me dît ku du cenaze hene. Lê cenazeyên leşkeran nebûn. Li rûyê me dixistin û digotin; ‘li çep û rastên xwe nenihêrin.’ Li ser bêtêlê bi hinek kesan re diaxiviyan. Li ser bêtêlê fermana ‘deynin qişleyê’ hate dayîn. Dema em nêzî cihê jê re digotin qişle bûn jî li ser bêtêlê gotin; ‘di helîkopterê de terorîst hene.’ Piştî vê gotinê jî yê din got; ‘bînin xwarê.’ Li ser vê yekê ji ewil cenaze avêtin xwarê. Piştre jî em avêtin xwarê. Dema em ketin erdê, leşker li ser serê me kom bûn. Ji leşkeran yekî got; ‘ev terorîst hêj sax e’ û êrişî me kirin.”
Tevî ku îfadeyên leşkeran nûçeyên MA´yê piştrast dikin, di doza avêtina Turgut û Şîban ji helîkopterê de biryara nepeniyê didome û doz ber bi cezanekirina gunehbaran ve diçe.
WAN