Li Wanê rojên muzîkê 

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Nîsan 2023 - 16:45

Saziya Aryenê ku li Wanê xebatên çand û hunerî bi rê ve dibe “Rojên Muzîkê yên Aryenê” lidar dixe. Rojên Muzîkê yên Aryenê dê di navbera 6 û 9 meha Nîsanê de li “ŞanoWan” werin lidarxistin. Koma Aryenê beriya niha jî li Wanê bi klîp û rêzekonseran çalakiyên hunerî pêk anîbû.

Kom û kesên ku dê di “Rojên Muzîkê yên Aryenê” de derkevin ser dikê û stranan bibêjin ev in; 

  • Di 6’ê Nîsanê de Dengê Meydan
  • Di 7’ê Nîsanê de Koma Aryen
  • Di 8’ê Nîsanê de Sarjîyan
  • Di 9’ê Nîsanê de Colemêrg Collective

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.