- Hereket el-Nuceba bi klîpeke vîdeo ya nû, PDK hişyar kir. Di klîpê de Hereket El-Nuceba her wiha doza guhertina statukoya li Başûr jî dike.
Hereket el-Nuceba bi klîpeke vîdeo ya nû, PDK hişyar kir. Di klîpê de Hereket El-Nuceba her wiha doza guhertina statukoya li Başûr jî dike.
Ev gefa ku Hereket el-Nuceba li PDK´ê dixwe, heam çend rojean piştî êrişa bi fuzeyan ya li dijî karsazê olîgark ê nêzî PDK´ê Baz Kerîm hat weşandin. Sûpaya pasdaran a Îranê îdîa kiribû ku wê êrişî navendeke Mossadê kiriye.
Ev hêza milîs a nêzî Îranê, cara yekem e ku bi Kurdî vîdeoyekê diweşîne. Kom esas weke wekîla Îranê li Iraq û Sûriyê dixebite. Ew îdîa dike ku “gelê Kurdistanê rehîn hatiye girtin bi destê hikûmeteke malbatî” û hema bi van gotinan re jî wêneyê Mesûd Barzanî tê nîşandan.
Li gorî komê, PDK ji hevkarên Sedam bû, niha jî nekariye aramî û ewlekariyê li Kurdistanê misoger bike. Ev hêza milîs a ku bêyî destûra Îranê, wê nikaribe van gefan bi xwe, îdîa dike ku PDK´ê bi siyasetên xwe, kiriye ku Başûr bibe “hedefa rewa ya koman li dijî dagirkeriya Emerîkî”. Di Klîpê de Hereket El-Nuceba îdîa dike ku li Başûr baregehên Îsraîlê jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN