Weke Zîlanê tevlî pêngavê bibin

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 03:05

  • Çîgdem Dogu: Gerîlayên HPG û YJA Starê, di xeta Zîlanê de serketinê esas digrin û têkoşînê bilind dikin. Divê li qada civakî jî em weke Zîlan, ji bo azadiya Rêbertiyê tevlî pêngavê bibin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogu, tevlî bernameya taybet a Medya Haber bû û derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kirin.

Çîgdem Dogu di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir ku divê mirov sîstema qirkirinê baş fêm bike û wiha got:’’Li dijî sîstema qirkirinê têkoşîneke mezin hate dayîn. Hevrêyên me û welatparêzên me bi fedayîtî çalakî kirin. Gel rabû ser piyan û li ser vê bingehê cezayê bidarvekirinê ji destûra bingehîn hate rakirin. Ev di encama têkoşîna gelekî de derkete holê û di dîroka komara tirkiyeyê de tiştekî nû bû. Di rastiyê de mîladek bû. Ev ji aliyê têkoşîna Kurdistanê ve, destketiyeke girîng bû. Rayedarên dewleta Tirk, rastiya Îmraliyê ya 25 salan weke bidarvekirineke demdirêj pênase kirin. Bi rastî jî polîtîkayeke gelekî qirêj û xeter bû. Dewleta Tirk ji vê re pêşengiyê dike, lê belê weke polîtîkayeke navneteweyî tê birêve birin. Dema em li Îmraliyê û rastiya komploya navneteweyî temaşe dikin, em vê rastiyê dibînin. Em vê bi eşkereyî dikarin bibêjin. Sîstema Îmraliyê ya tecrîdê, sîstemeke qirkirinê ye. Di nava vê sîstemê de hema bêje 40 meh in, em ji Rêbertiya xwe agahiyê wernagrin. Ev tê vê wateyê ku, pêvajoya qirkirinê, bi rengekî cuda tê meşandin. Divê sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê baş were fam kirin. 

Li qada civakî jî xeta Zîlanê

Divê em ziravî û kûrbûna di polîtîkayên qirkirinê baş bibînin. Li vir rastiyeke Îmraliyê ku ji nedîtîve tê û tê xwestin tine bê hesibandin. Rastiya ku herî baş rastiya faşîzma AKP-MHP’ê nîşan dide, rastiya Îmraliyê ye. Hiştina Rêbertiya me ya di nava tecrîda mitleq de, rewşeke gelekî xeter û kirêt e. Ji aliyê Rojhilata Navîn û cîhanê jî, xeteriyeke gelekî mezin e. 

Ji ber vê yekê, Pêngava Rêbertiyê di asteke diyar de tê birêveberin. Lê divê ev pêngav, li hemberî asta qirkirinê ku gîhîştiyê, rastiya Îmraliyê, rastiya şer ku li Kurdistanê tê meşandin, hîn bêhtir were xurt kirin û kûr kirin. Divê em di vê xalê de careke din behsa rastiya Zîlan bikin. Hevrê Zîlan yek ji wan hevalan bû ku rastiya Rêbertiyê herî baş fam dikir. Dema ku hewldana suîqestê li hemberî Rêbertiyê pêk hat, ya ku ev xeterî bi xurtî dît û fam kir, hevrê Zîlan bû û ji ber vê yekê çalakiya fedayî pêk anî. Ji ber vê yekê divê em bi rihê Zîlan tevlî pêngava Rêbertiyê bibin. Ango bi rihê Zîlan, bi zanebûna wê, xeteriya qirkirinê, xeteriya qirkirina jinê, bi rengekî herî xurt û kûr bibînin, tevlî pêngavê bibin û teqez bi serbixin.

Bêguman dema em behsa meşandina bi rihê Zîlan a pêngavê dikin, bi tenê di wateya pêkanîna çalakiyên fedayî nakin. Divê em kûrahiya li vir bibînin. Ango têkîliya Zîlan û Rêber APO, kûrbûna îdeolojîk, zanebûna têkoşînê, bi profesyonelî bidestgirtina têkoşînê, di serketinê de kilîtbûn, disîplîn, rêxistinkirina çalakiyê û esasgirtina şêwazê tevgerê ye. Bi tenê di wateya leşkerî de na, di wateya rêxistinbûna civakî de jî, divê ev xet were şopandin. Ji xwe gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO û azadiya gelê Kurd, gerîlatiya profesyonel esas digrin, serketina di xeta Zîlanê de esas digrin û têkoşînê bilind dikin. Wê demê divê di têkoşîna li qada civakî de jî, em bi rihê Zîlanê, bi profesyonelî û bi fedayîtî têkoşînê bidest bigrin, xwe feda bikin, azadiya xwe di azadiya Rêbertiyê de bibînin, azadiya gelê Kurd di azadiya Rêbertiyê de bibînin, çalakiyên xwe pêk bînin. Ev ê jî wê di pêngavê de serketinê ava bike. 

Çalakiyên ‘Di sifreya Rojê de’

Divê weke jin jî em çalakiyên xwe pêş bixin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiyê, bêguman hîn bêhtir têkoşîn, ji bo me jinan Berpirsiyarî ye, erk e, lê di heman demê de, deynek e. Me beriya niha destnîşan kiribû ku, ev çalakî divê bi dirûşmeya ‘Li Sifreya Rojê’ de bêne rêxistinkirin. Ev girîng e. Divê hemû çalakiyên jinan, biherikin hewzeke wiha. Di pêvajoya pêş me de, divê hemû çalakiyên jinan bi rengê çalakiyên ‘Em li sifreya Rojê digîhên hev’ hevpar bibin. Em hemû jinan vedixwînin vê yekê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.